ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 8 Kanûn 2017
- Rojev
*Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê ketin Şengalê û bi hezaran jin revandin û îşkence bi wan kirin. Keça Êzidî Nihad Berkat jî qala çîroka rizgarkirina xwe kir û got:"Divê hemû jin bibin yek û li dijî zilmê têbikoşin." BI DÎMEN
* Jina bi navê Eytan Abêd a ji gundê Maratê bi çêkirina cilên rêsî debara jiyana xwe dike.BI DÎMEN
*Şanogera Îtalî Jina bi navê Annet Henneman hate Amedê û bi lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê re lîstika ‘Şanoya Veşarî’ lîst. Mijara lîstikê jiyan û çîrokên kesên li li Rojhilata Navîn li qadên şer dijîn e. BI DÎMEN
* Pirtûkxaneya O MEDYA bi pirtûkên xwe yên ji her qadê bala xwendevanan dikşîne. Xebatkara pirtûkxaneyê Gûlsûm Bîlgî got ku Pirtûk çiqas zêde bên xwendin gerdûn ewqas dewlemend dibe.
*Heta niha bi lêxistina wesayitên zirxî 29 kesan jiyana xwe dest dan. Sûcdar bi tu awayî nayên cezakirin û kesên ku tên darizandin jî ser navê 'qezeya trafîkê' tên berdan. Parêzer Sevda Aydin derbarê lêxistina wesayitên zirxî nirxandin kir û got ku lêxistina wesayitên zirxî perçeyek ji politikaya qirkirinê ye û got ku ewlehîkar dibin kujer.
*Endama damezrîner a AKP’ê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku siyaset dirize û got çareserî yekîtiya hêza demokratîk a hatina cem hev a hêzên azadîxwaz û cudahiyane ye.
*Di 16’ê Mijdarê de li Dortyola Hatayê qezaya trafîkê pêk hatibû, du karkeran jiyana xwe ji dest da, piranî jê jin 26 karker birîndar bûbûn. Jinên karkerên çandiniyê yên birîndar bûn gotin: “Yên dimrin jî em in, yên keda wan tên mêtîngerkirin jî emin.” BI DÎMEN
*Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê li hevseroka berê ya Muşê a DBP’ê Nursel Yîgît ji doza girtî dihat darizandin 10 sal û 7 meh ceza birî û bi hinceta bi Kurdî parastina xwe kiriye ceza danexist.
* Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de bi hinceta 'hevdîtinên rakirina destnedanan protesto kirin' fezleke hat amadekirin. Yek ji van parlamenteran Ayşe Acar Başaran e. Ayşeyê diyar kir ku ew dizanin mijarên kirine fezleke ne sûc in û got tu wateya fezlekeyan tuneye.








