NY û Bexdayê li dijî Mexmûrê bê deng in
- 12:33 7 Kanûn 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ku li Mexmûrê ye ji hewayê ve hat bombebarankirin lêgerîna lê hat kirin bi dawî bû. Li dijî êrîşa ku hat kirin NY û rêveberiya Bexdayê bêdengiya xwe diparêzin û ji bo kesên ku di encma êrîşê de jiyana xwe ji dest dan jî wê îro li kampê merasîm bê lidarxistin.
Kampa Penaberan a Maxmûrê ya bi navê Şehîd Rustem Cûdî ya li nav sînorê başûrê Kurdistanê ye ku ji hewayê ve hat bombebarankirin lêgerîna lê hat kirin bi dawî bû. Piştî êrîşa ku hat kirin avahiya ku Hêzên Parastinê yên Mexmûrê lê hatibûn bichkirin bi erdê re bû yek û malên siwîlan jî ji êrîşê zerar dîtin. Lêgerîna ku piştî êîrşê hatibû destpêkirin jî berê sibehê bi dawî bû. Dermankirina 7 kesên ku hatin birîndarkirin berdewam dike, lê derbarê miriyan de hîna tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Meclisa Gel a Mexmûrê hatin girtin, hat diyarkirin ku wê îro ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li kampê merasîm bê lidarxistin. Bernameya merasîmê wê di nava rojê de bê diarkirin.
Rêveberiya Bexdayê bê deng e
Çavkaniyên herêmî yên li Mexmûrê diayr kirin ku beriya êrîşê balafirên keşfê di ser herêmê re firiyane. Herwiha derbarê êrîşa ku di nava sînorên hewayî yên Iraqê de hat kirin de Rêveberiya Bexdayê hîna tu daxuyanî nedaye.
NY'ê daxuyanî neda
Li aliyekî din jî derbarê Kampa Mexmûrê ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye de jî NY'ê jî tu daxuyanî nedaye û bêdengiya xwswe diparêze.








