Qayyim Kreşa bi navê Taybet Înan girt!

  • 12:32 7 Kanûn 2017
  • Rojane
WAN - Qayyimê navçeya Artemêtê ya Wanê Kreşa ku bi navê Taybet Înan hatibû wekirin girt. Taybet Înan li Şirnexê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li kuçeyê hatibû sekinandin. 
 
Qayyimê ku tayinî Şaredariya Artemêtê ya Wanê ya Partiya Herêman a Demokratîk bû kreş a bi navê Taybet Înan girt. Taybet Înan li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di serdema qedexeye derketandina derve de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li erdê mabû. Kreşa bi navê "Pêşdibistana Taybet Înan" ya ku li kuçeya Çiçekli ya Artemêtê, berê navê wê ji tabelayê birin dawiyê tabelaya "Mala Piştgiriyê ya Malbatê" darde kirin û kilît li derî xistin. Welatiyên ku bertek nîşanî guhertina navê tabelayê dan wiha gotin:" Dayikek ku bi îşkenceyê hatiye kuştin, navê wê yê li ser tabelayê dê çi xirabiyê bide mirov?"