Yardî ya ku di temenê zarokatî de hat zewicandin jiyana xwe ji dest da

  • 11:05 7 Kanûn 2017
  • Rojane
DÎLOK - Yardî Yara (15) ya ku li Dîlokê 5 meh berê bi Fuat Abo (21) re hat zewicandin li mutbexa mala xwe mirî hat dîtin.
 
Li Dîlokê zaroka bi navê Yardî Yara ya 15 salî ku ji Sûriyeyê, berî 5 mehan bi Fuat Abo yê 21 salî re hat zewicandin, di mitbexa malê de mirî hat dîtin. Birayê Yardî Yara yê navê wî nehat ragihandin, ji ber ku heya demekê agahî ji xwişka xwe negirt çû mala wê  ya Taxa Goluce. Ji ber ku kesekî derî venekir, birayê Yara mifte ji xwediyê malbatê girt û derî vekir. Piştî derî vekir li mitbexa malê xwişka xwe mirî dît.  
 
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Yardî Yara jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hevjînê Yardî Fuat Abo ji bo îfadeya wî bigirin, birin Midûryeta Polîsan. Cenazeyê Yardî, ji bo rapora otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê.