Li Îrlandayê têkoşîna mafê kurtajê: Tiştê herî sereke ya em xwediyê wê ne bedena me ye

  • 09:22 7 Kanûn 2017
  • Rojane
Zulal Koçer
 
STENBOL - Li Îrlandayê yek ji aktîvîstên  li dijî rakirina qanûna mafê kurtajê sînor dike, têdikoşe. Emîly Waszakê banga piştevaniyê li hemû jinên cîhanê kir. Emîlyê diyar kir ku ew ji bo xwseriya beden şer dikin û got:" Tiştê herî sereke yê ku em xwediyê wê ye, bedena me ye."
 
Li Îrlandayê ji sala1983’an heta niha li gorî 8’emîn xala Destura Bingehîn kurtaj qedexe bû. Di sala 2013’an de di çarçoveya qanûnê de hinek guherîn hatin kirin û tenê di rewşê xetereya jiyanê û êrîşa zayendî de kurtaj dihat kirin. Cezayê kurtajê jî heta 14 salan diçû. Jinan ji bo ev qanûn bi giştî ji holê rabe têkoşîn dan û bi dehan carî daketin kolanan. Li gelek bajarên Îrlandayê  çalakiya Srîke 4 Repeal pêk hat û pêşenga vê çalakiyê jî Emîly Morgan Waszak bû. Em li ser kurtajê bi Emîly re axivîn.
 
‘Yekane rêya ji xalê xilas bibin referandûm e’
 
Emîlyê di berdewamiyê de got li dijî 8’emîn xala Destûra Bingehîn têdikoşin û got: “ Em komek mirov li dijî qanûna li dij kurtajê ketin nav tevgerê. Niha li Îrlandayê xetereya jiyana jinê hebe ew jî kurtaj e. Lê em dixwazin kî dixwaze an jî hewcedariya wan pê hebe bila bike. Ligel mafê kurtajê em ji bo xweseriya beden jî têdikoşin. Mînak em di desturên welîdînê û mijarên din yên taybet de jî xweseriyê dixwazin.  Yekane rêya ji xala xilas bibin referandûm e.”
 
‘Îhtîmala bikevin girtîgehê heye’
 
Emîlyê bi lêv kir ku kurtaja derveyê qanûnê sûc tê hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Gelek kes ji ber nikarin biçin derveyê welat ku kurtaj bibin, dermanên ku ducaniyê bi dawî  dikin bikar tînin. Ji ber vê rêbazê jî îhtîmala ku 14 salan di girtîgehê de bimînin heye.”
 
Emîlyê destnîşan kir ku qedexeya mafê kurtajê ji bo penaberan pirsgirêka mezin e û ev tişt anî ziman: “Ji ber mafê wan yê derketina derveyê welat tune. Jineke penaber a nikarî biçe derveyê welat hebû. Ji ber mafê kurtajê ket grevê. Dema ket grevê bi seromê bi zorê xwarin danê. Dema wê hat ji derveyê daxwaza wê sezeryan kirin.”
 
Emîlyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “ Em her sal di meha îlonê de dadikevin kolanan. Di meha îlona 2012’an de em 500 kes bûn. Di îlona borî ya îsal de em 48 hezar kes daketin kolanan. Meşên wisa gelek watedar in. Divê em piştevaniyê mezin bikin. Banga piştevaniyê li hemû jinên cîhanê dikim.”