Çalên li Sûrê hatine vedan dibe sedema fikaran: Lê zarokek bikevê?

  • 09:10 7 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Ji aliyê qeyûm ve li hinek taxên Sûrê di encama xebatên binesaziya hatiye destpêkirin de bi dehan çal hatin vedan. Ji şêniyên taxê Ayşe Çatal diyar kir ku ev çal nayên girtin û şaredarî peywira xwe nayne cih û wiha got: “ Dema ku zarokek bikeve van çalan wê kî yê hesabê vê yekê bide?.”
 
Lİ navçeya Sûrê ya Amedê polîtîkaya hilweşînê bê navber didome. Bi KHK’yên hatibûn derxistin qeyûm tayînê şaredariya Sûrê jî hatibû kirin. Piştî qeyûm hatibû hema hema li hemû kolanên Sûrê qerekol û nokteyên polîsan hatibûn avakirin. Şaredariya av û ceyrana gel birîn û koçberî li ser gel ferz kir, di demên dawî de di bin navê xebatên binesaziyê de kolanan dikolin.
 
Xebata binesaziyê ya mehekê ya bi çal!
 
Li taxên Îskenderpaşa, Ziya Gokalp û Mizgefta Nevî xebatên binesaziyê pêk tê. Xebat meheke berdewam dike û gel ji ber van çalên mirinê bi fikar in. Gel diyar kir ku di mehekê de bi dehan kolan hatine kolandin û piştre jî wisa hatine hiştin û got: “Ji ber çalan em nikarin di kolanê de derbas bibin. Em bi tirsa ku bikevin çalan dijîn.”
 
Gel da xuyakirin ku xebata ku hatiye gotin wê di hefteyekê de temam bibe ev bi mehan e ku berdewam dike û gotin bi şev nikarin derkevin kolanê.
 
Dibe ku tiştek bi zarokên me bên
 
Ayşe Çatal wiha got: “ Ev meheke navçe tê kolandin. Em her roj li şaredariyê digerin, dibêjin werin temam bikin. Lê tiştekî nabêjin. Sibê zarokek bikeve vir wê kî yê hesab bide. Zivistan e. Hemû kevirên kolanê rakirine. Hîna ku baran nebariye bila tiştekî bikin. Em bi êvaran nikarin derkevin kolanê.”
 
Di meha borî de zarokekî 4 salî ketibû çala ku şaredariya Şirnexê kolaye û jiyana xwe ji dest dabû.