'Tirkiye bi tecrîdê dixwaze kaniya ramanê bide xetimandin'

  • 09:02 7 Kanûn 2017
  • Rojane
 Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên Girkêlegê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: " Tirkiye bi tecrîdê dixwaze kaniya ramanê bide xetimandin, dixwaze perspektîf û felsefeya Rêber Apo ji gel dûr bixe. Divê em hemû li dijî vê tecrîdê dest bidin hev û têkoşîna xwe xurtir bikin."
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin û her ku diçe fikara li ser jiyana wî zêdetir dibe. Li aliyê din li seranserî Rojava-Bakurê Sûriyeyê çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser  Abdullah Ocalan dewam dikin. Jinên Girkêlegê jî nerînên xwe derbarê vê mijarê de anîn ziman û tecrîd şermezar kirin.
 
Rêvebira Lijneya Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mehsûma Muhemed  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin ne ji îro ve dest pê kiriye, ji roja komploya li ser serok û heta roja îro ev tecrîd her ku diçe dijwartir dibe. Di kesayeta Rêber Apo de xwestin tevahî gelên bindest dîl bigirin, ji ber ku Rêber Apo bi felsefeya xwe bû pêşengê tevahî gelên bindest û azadîxwaz, ji bo wê hate hedefgirtin. Rêber Apo ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû dengê demokrasî û azadiyê, îro Pergala Federaliya Demokratîk jî bingehê xwe ji vê felsefeyê digire. Nûnertiya tevahî gelan dike û hemû netew di nav de cihê xwe digirin."  
 
'Tirkiye dixwaze kaniya ramanê bide xetimandin' 
 
Mehsûmayê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk û tecrîda girankirî ku li ser Abdullah Ocalan dide meşandin û wiha pê de çû: "Tirkiye bi tecrîdê dixwaze kaniya ramanê bide xetimandin, dixwaze perspektîf û felsefeya Rêber Apo ji gel bide qutkirin. Dixwazin bi vê tecrîdê projeyên çareseriyê yên di Rojhilata Navîn de û bi taybet modela Pergala Federaliya Bakurê Sûriyeyê bi dawî bikin. Her dem dewleta Tirkiyeyê dixwaze ku bibe desthilat û her kes koleyê wê be. Lê ev tecrîda ku li ser Rêber Apo dide meşandin wê jê re neçe serî, ji ber ku gel bi dil û can bi felsefeya jiyana wekhev û azad ve hatiye girêdan."
 
'Em ê weke jin tu carî jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nekin'
 
Mehsûmayê got ku divê tevahî jin li Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan xwedî derkevin û tecrîdê bi dawî bikin: "Em ê weke jin tu carî jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nekin, Rêber Apo dostê yekem ê jinê ye, her tim dibêje 'Civaka azad bêyî jina azad nabe', ji bo ku em jî layîqî Rêbertî bin divê em vê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin, em ê ne tenê çalakî û girevên birçîbûnê li dar bixin, her wiha em ê jinan jî di nava civakê de bi rêxistin bikin, pergaleke wekhev û civakeke perwerdekirî ava bikin. Ji bo ku em bikaribin rêberê xwe fîzîkî azad bikin divê em van hemûyan pêk bînin, her wiha ez bang li tevahî jin, partî û netewan dikim ku xwedîderketina li Rêber Apo hîn xurtir bikin, êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye."
 
'Rêber Apo çirûska jiyana azad e' 
 
Rêveberiya Kongra Star a Girkêlegê Nesrîn Dahir jî tecrîd wiha şermezar kir: "Rêber Apo çirûska jiyana azad e, ji ber ku Rêber Apo di hemû parêznameyên xwe de balê dikşîne li ser taybetmendiyên jinê, êşa jin û şoreşa ku jin pê rabûye. Ji bo wê jî jin deyndarê Rêber Apo ye û divê li Rêber Apo xwedî derkeve, divê nûnertiya jiyana azad bike û rêberê xwe azad bike, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye. Her wiha em hemû  hêzên navnetewî û bi taybet dewleta Tirkiyeyê ku heya roja me ya îro desthilatdariyê dike şermezar dikim. Êdî ev hêzên serdest dikevin qonaxa hilweşînê û ber bi dawiya xwe ve diçin. Tecrîda ku bi destê wan jî hatiye kirin wê bi vîna gel were bidawîkirin, tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser nirxên mirovahiyê ye, ji bo wê ez bang hemû pêkhatiyan dikim ku dest bidin hev, vê tecrîdê vala derxin û li rêberê xwe xwedî derkevin, heta serkeftinê em ê tekoşîna xwe ji bo Rêber Apo bidomînin."