ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 7 Kanûn 2017
  • Rojev
 
*Jinên Girkêlegê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: " Tirkiye bi tecrîdê dixwaze kaniya ramanê bide xetimandin, dixwaze perspektîf û felsefeya Rêber Apo ji gel dûr bixe. Divê em hemû li dijî vê tecrîdê dest bidin hev û têkoşîna xwe xurtir bikin."
 
*Jinên Efrînê bi rihekî komînal amadekariya zivistanê dikin û diyar dikin ku keda jinê bingeha civakê ava dike. BI DÎMEN
 
*Ji aliyê qeyûm ve li hinek taxên Sûrê di encama xebatên binesaziya hatiye destpêkirin de bi dehan çal hatin vedan. Ji şêniyên taxê Ayşe Çatal diyar kir ku ev çal nayên girtin û şaredarî peywira xwe nayne cih û wiha got: “ Dema ku zarokek bikeve van çalan wê kî yê hesabê vê yekê bide?.” BI DÎMEN
 
*Cil û bergên netewî yên Kurdan jî wek ziman û her wekî din li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê berxwe daye û jinên  neçar mane koçî bajarê Çukurovayê bikin jî dest ji cilên xwe bernadine. Cil û bergên rengîn ên di demên dawî de wek propagandaya rêxistinê tê dîtin, tevlî her tiştî di dawetan de tên lixwekirin.
BI DÎMEN
 
*Bêhna çanda serdest a mêran ku ji kahwexaneyan belav dibe, Meral Îlker bi bêhna tostên ku çêdike dişikîne. Meral Îlker  yekane esnafa jin a li Kolana Sûka Nû ye. Meralê wiha dibêje: “ Êdî ji kahwexaneyan dengê dijûnan nayê. Jin jî bi rehetî dikarin derkevin kolanan.” BI DÎMEN
 
*Li Îrlandayê yek ji aktîvîstên  li dijî rakirina qanûna mafê kurtajê sînor dike, têdikoşe. Emîly Waszakê banga piştevaniyê li hemû jinên cîhanê kir. Emîlyê diyar kir ku ew ji bo xwseriya beden şer dikin û got:" Tiştê herî sereke yê ku em xwediyê wê ye, bedena me ye." BI DÎMEN