Li Amedê zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû ma
- 11:25 6 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Li navçeya Rezanê kesekî 19-20 salî êrîşî zarokê 10 salî kir. Hat diyarkirin ku zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû maye.
Li navçeya Rezanê ya Amedê zarokê 10 salî E.T., bi îstismara zayendî ya kesekî temenê wî 19-20 salî re rû bi rû ma. Hat gotin ku bûyer berî mehekê pêk hatiye. Zarokê ji dibistanê vedigere malê, rêya wî tê birîn û bi êrîşa zayendî re rû bi rû dimîne. Hat diyarkirin ku kesê êrîşa zayendî pêk hanî hê nehatiye girtin.
Li gorî agahiyan dema E.T. ji dibistanê vedigere malê, ew zilama xwe wekî mamosteyê rehberê dide nasîn, 5 lîreyî dirêjê zarok dike û dixwaze nan bistîne. Zarok nan distîne û ev kes êrîşî zarok dike û îstismara zayendî pêk tîne. Piştî E.T. qîr dike, zilamê êrîşkar ji cihê bûyerê direve. Zarok bûyerê ji malbata xwe re parve dike û malbat serî li Şaxa Zarokan a Amedê da. Li ser giliyê malbatê derbarê êrîşkar de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê mehek bi ser bûyerê re derbas bû hê êrîşkar nehatiye girtin. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku kesê îstismar pêk aniye, hê li dora dibistanê digere û jinên taxê ji vê rewşê gelek bi tirs in.








