Li Dêrazor destpêka nû: Hevdîtina Refîka û hevalên wê
- 09:34 6 Kanûn 2017
- Rojane
Zeynep Kizilirmak/ Devrim Amed
DÊRAZOR – Piştî pêngava bahoza Cizîrê bi dawî bû jinên li gundê rojhilatê Firatê ya bajarê Dêrazor dijîn şervanên YPJ’ê yanî ‘Refîkayên’ xwe dawetî malên xwe dikin. Jin şervanên YPJ’ê wek keçên xwe hembêz dikin û derbarê xebatên Meclîsa Sîvîl a Dêrazor de sohbetan dikin.
Dêrazor a ji DAÎŞ’ê hat xilas kirin dixwaze bi çanda xwe destpêkek nû bike. Dêrazor di navbera Çemê Firat û Çolê de ye. Bi petrol û gaza xwezayî tê zanîn. Dêrazor di heman demê de navê herêmê giştî ye. Di qirkirina 1915’an a Ermeniyan de Ermeniyan jî li van deran hewl daye bi cih bibin.
Li bajar Ereb zêde ne. Piştre Ermenî, Kurd û Suryanî jî lê bicih bûne. Di êrîşa DAÎŞ’ê ya 2014’a de çeteyan ewil êrîşê îbadetxaneyên Ermenî û Suryaniyan kirine.
Dêrazor ev 4 sal bû di bin dagirkirinê de bû. Di meha Îlonê de QSD’ê di bin navê Pêngava Bahoza Cizîrê de azad kir. Di rojên borî de berdevkên pêngavê îlan kirin ku operasyonê paqijiyê didome.
Gotina her kesî heye
Piştî dagirkirina DAÎŞ’ê ji sedî 50’yî herêmê tê gotin ku koç kirine. Ji 9’ê îlonê heta niha ku pêngav hatiye destpêkirin, bi sedan gundên herêma Siwer, Markadah, Al Hejjnah, Abu Hamam, Al Tahtani, Al Bo Amr koç kiribûn piştî herêm hat azadkirin vegeriyan axa xwe.
YPJ’iyek ji Dêrazorê di seransrê rê de bajar û gundên wê vedibêje. Em hîn dikin ku jinên herêma wan hatiye azadkirin ji bo şervanên YPJ’ê nas bikin wan vexwendiyê mala xwe dikin. Li kêla rê jin û zarok bi nîşaneyên serkeftinê disekinin. Ji ber yekem car şervanên jin dibînin hêzê digirin û tilîliyan dikşînin. Wek keçên xwe wan hembêz dikin. Jinên pîr YPJ’iyan ji eniya wan maçî dikin.
Jinek diyar dike ku wê pir zilm dîtiye û dibêje : “Em jin bûn, em bi her awayî sûcdar bûn. Em ditirsiyan ligel wan derbas bin.” Jinek din dibêje: “îşkence li zarokê min kirin. Mala min talan kirin. Digotin ‘ji bo xweda têdikoşin’. Lê xwedayê yekî jî tunebû.”
Lîlwa ji nû ve li ser axa xwe ye
Li Dêrazor cihekî ku çanda baviksalariyê lê serdest e. Dîroka wê ya tê zanîn wisa ye lê biriqîna çavê jinan hêza paşeroj û hêviya pêşerojê vedibêje.
Berdevka Pêngava Cizîrê ya Lîlwa Ebdullah jî ji Gundê Cemm a Dêrazor e. Lîlwa jî piştî axa wê tê azadkirin cara yekeme tê. Lîlwa ji aliyê dehan jinî ve tê pêşwazîkirin û bi pîra xwe re tê cem hev.
Li ser zimanê jinên ciwan ‘wê çi bibe?’
YPJ bi germahî û hêviyek mezin ji wî gundî tên oxirkirin û ji gundekî din jî vexwendî tê. Li bajaroka Al Busayrah jinan li malekê civîn amade kirine û dixwazin YPJ’iyan nas bikin. Xwediya malê Hannah e. Bi dehan jinî li mala xwe dide runiştin û mafê gotinê dide YPJ’iyan. Berdevka Pêngava Cizîrê Lîlwa Ebdullah û fermandara eniya YPJ’ê Dîlar Helep diaxive. Dîlar jinek Kurd ya ji Helebê ye. Dîlar diyar dike ku divê her jin parastina xwe ya cewherî pêk bîne. Bi taybet jinên ciwan pirsa ‘wê çawa bibe’ dipirsin.
Jinên Dêrazorê her wiha mafê tenduristî û perwerdê jî dixwazin. Ewil nexweşxane û dibistanê dixwazin. Lîlwayê jî bang li hemû jinên Ereb dike k udi Meclîsa Sivîl a Dêrazor de cih bigirin.
Hesreta Meryemê a bi salan
Piştî civînê hemû jin dixwazin YPJ’iyan dawetî malê bikin. Lê ji ber cih pir bûn li ser piyan sohbetê dikin. Di nava wan de jinek a bi navê Meryek derdikeve pêş. Dixwaze her kesî nas bike. Meryem wekî ku dostên xwe yên bi salane nedîtiye, dîtiye.








