Tax bi hinceta tunelê tê wêrankirin
- 09:18 6 Kanûn 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pevçûnan taxa Zeynel Abîdîn a hat wêrankirin, niha jî bi hinceta tunelê tê parçekirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku hinceta dîtina tunelê taxa wan careke din tê texrîbkirin û gotin ev tunel bi salan e ji aliyê kaçaxvanan ve tên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de bi îlankirina qedexeyên derketina derve re taxa sînor Zeynel Abîdîn hatibû serobinkirin û niha jî bi hinceta dîtina tunelê rastî heman pêkanînan tê. Tevlî di ser pevçûnan de salek derbas bûye jî nûçeyên weke ‘Li Nisêbînê tunela diçe Sûriyeyê hatiye dîtin’ hatin serwîskirin. Nayê zanîn ku wê aqûbeta taxê çi bibe.
Ji şaredariyê xizmeta sifir
Tevlî ku di ser pevçûnan de evqas dem derbas bûye jî li taxa Zeynel Abîdîn hîna tu xebat nehatiye kirin. Taxa bi nêzîkatiya xwe ya sînor tê zanîn, tê gotin ku wê ‘an bibe park an jî baregeha leşkerî’. Malbatên ku xaniyên wan hatine hilweşandin jî bi hewldanên xwe tamîr kirin. Qeyûmê tu xizmetê ji gel re nake, nayê zanîn ku ji rewşa gel agahdar e an na.
Şêniyên taxê diyar kirin ku her tim av û ceyrana wan tê birîn û koçberiyê li wan ferz dikin.
'Tunel yên kaçaxvana ne'
Di demên dawî de nûçeyên weke ‘tunela dirêjî Sûriyeyê dibe hat dîtin’ dertê. Tunelê ku tên zanîn aydê esnafên alavên kaçax tîne ye, ji bo rayagiştî wek agahiyên ‘ tunelê aydê PKK’iyan hat dîtin’ tê serwîskirin. Lê her kes dizane ku ev tunel aydê esnafên alavên kaçax tîne ye.
Piştî nûçeyên wisa ligel polîs û wesayîtên zirxî kolandin hatin destpêkirin. Li nêzî xaniyên ku malbat dimînin ev hefteyeke kolandin tên kirin. Bi hinceta ku ‘em li tunelê digerin’ her diçe kolandin didome.








