Bi zimanê Nahîdeyê jiyana li Reqayê!
- 09:02 6 Kanûn 2017
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - DAÎŞ'ê bi hovîtiya xwe ya li ser jinê, di rûpelê dîrokê de bêrûmetiyek ne ji rêzê nivîsand. Kuştin, tecawiz, firotin û hemû rengên îşkenceyê li ser bedena jinê ferz kir. Jina bi navê Nahîde Mehmûd çîroka xwe ya di nava DAÎŞ'ê de mabû rave kir.
Çeteyên DAÎŞ'ê ku tarîtî û mirin bi ser gelan de anîn û hemû rengên êş û zilmê berê li ser bedena jinê dawiyê jî li ser rûyê mirovatiyê ferz kir, bû sedema tarîtiya rûpelên di dîrokê de. Her roj çîrokên nû û zilma çeteyên DAÎŞ'ê tê vegotin. Jina bi navê Nahîde Mehmûd û keça wê Cengîman jî çîroka xwe parve kirin û diyar kirin ku hêza QSD'ê bû sedem ku jin ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bibe.
'Ew rojên bi êş hîn di bîra me de ye'
Nahîde Mehmûd Salih wiha behsa jiyana bi tirs a li Reqayê kir: " Dema ku DAÎŞ derbasî Reqayê bû berê çarşefên reş li me kirin û kesên ku bi ya wan nekira yan jî ne ji wan ba sere wan jêdikir. Jin ji xwe re dikirin kole. Zewaca temenê bi zarokatî rewa didîtin. Em newêribûn derketana derve, jiyan li me bûbû zindan. Ew rojên bi êş hîna di bîra me de ye. Di wan demên dijwar de tiştek ji destên me nedihat, tenê li gor derfetên xwe me agahiyên di derbarê van bûyerana de radigihand hêzên QSD`ê da ku bikarbin alîkariya me bikin."
'Her cureyê îşkenceyan li ser jinê hat kirin'
Nahîdeyê di dewama axaftina xwe de bûyer û êşên ku di dema serweriya çeteyên DAÎŞ'ê de kişandiye wiha rave kir:" Ez û keça xwe rojekê em çûn sûkê da ku em derman bigirin. Çeteyekî di wê demê de ji me re got:' Xêr e hûn diçin û tên, ev keça li ba te zewicî ye?' Min jî got:' Keça min nexweş e em hatine derman bigire û ji tirsa min got keça min bi kurê apê xwe re dergîstiye.' Rojekê jinek êzidî hat xwe avêt mala me. Min û kurê cîranê xwe me jina êzidî ji Reqayê derxist û me radestî YPG'ê kir. Min zanibû ku DAÎŞ bi vê bûyerê bihesê wê min bikujin. Carekê jî di mizgeftê de DAÎŞ'ê bang kir ku wan 'kafirek' girtine. Min wêneyê wê jinê ji birayê xwe re şand, birayê min matmayî ma û diyar kir ku ew wêne yê rêhevala wî ye. Ev rojên tarî tu caran ji bîra me naçe. DAÎŞ'ê her cureyê îşkenceyê li ser jinê pêk anî."








