ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 6 Kanûn 2017
- Rojev
* DAÎŞ'ê bi hovîtiya xwe ya li ser jinê, di rûpelê dîrokê de bêrûmetiyek ne ji rêzê nivîsand. Kuştin, tecawiz, firotin û hemû rengên îşkenceyê li ser bedena jinê ferz kir. Jina bi navê Nahîde Mehmûd çîroka xwe ya di nava DAÎŞ'ê de mabû rave kir. BI DÎMEN
*Xezalê Ehmed a ku bi hêz û vîna xwe ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû behsa bandora kevneşopiyên malbata xwe ya di jiyana wê de bûye sedema derbên mezin kir.
*Xaniyên dîrokî yên aydê Ermeniyan û koşka Boztepeyê bi xetereya tunebûnê rû bi rû mane. Welatî ji ber îhtîmala hilweşîna koşkê bi fikar in û gotin:" Qey heta ser hinekan de hilneweşe, tedbîr nayê girtin?"
*Fezlekeya bi îdiaya ‘Biçûkxistina hikûmeta komara Tirk’ a derbarê parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran de hatiye amadekirin gihaşt meclîsê. Derbarê Ayşeyê de heta niha bi tevahî 35 fezleke hatine amadekirin. Ayşeyê diyar kir ku fezleke tên wateya ‘dernekevin nav gel, neaxivin, muxalefetê nekin.'
*Li Nisêbînê piştî pevçûnan taxa Zeynel Abîdîn a hat wêrankirin, niha jî bi hinceta tunelê tê parçekirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku hinceta dîtina tunelê taxa wan careke din tê texrîbkirin û gotin ev tunel bi salan e ji aliyê kaçaxvanan ve tên bikaranîn.
*Hevseroka Egîtîm Sen a Şaxa duyem a Amedê Fatma Budak Guler derbarê mamosteyên hatin îxrackirin de got ku mamosteyên hatine sirgunkirin wekî terorîst dibînin û di bajarên dinê de jî rastî êrîşa duyem tên. BI DÎMEN
*Fayton, gazoz û sînema… di salên 60’î de gelê Wanê bi van sê hevokan kelecanî dibûn. Niha ji vê tenê deriyê morkirî yê Sînemaya Kedê maye.
Sînemaya Kedê ev 40 sal bû hezkiriyên sînemayê dianî cem hev. Ev 10 sal in deriyê Sînemaya Kedê girtiye. Her wiha Sînemaya Kedê ji ber nîqaşa şêniyên avahiyê bûye mijara darazê. BI DÎMEN
*Li Wanê bi pêşengiya jinên şanoger şanoya alternatîf Şanoya Mencelê hat vekirin. Şanoger Perînaz Delazî diyar kir ku ew ê hewl bidin ku her lîstîkek bi zimanê kurdî bê pêşkêşkirin û got ku bi pêşengiya jinan hûner xurtir û serkeftîtir e. BI DÎMEN








