KCDP'ê çeteleya tundiyê ya meha mijdarê aşkera kir
- 13:47 5 Kanûn 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapoara KCDP'ê ya meha mijdarê ku balê dikişîne ser Qanûna Parastinê, 27 jin hatine qetilkirin, 29 zarok hatine îstîsmarkirin û 39 jin jî bi tundiya zayendî re rûbirû hatine hiştin.
Platforma Em ê Kuştinên Jinan rawestînin (KCDP), rapora xwe ya tundiyê ya meha mijdarê aşkera kir. KCDP'ê bal kişand ser Qanûna Parastinê ku divê tundiyê asteng bike û manşetên ku di hin organên çapemeniyê de derbarê vê qanûnê de bi sernavên "balbatê ji hev dixwe" jî rexnekir.
Di meha mijdarê de 27 jin hatin qetilkirin
Di raporê de hat aşkerakirin ku divê tenê ne di 25'ê mijdarê de di vê ku her roj li dijî tundiya li ser jinê têkoşîn bê kirin û hat aşkedrakirin ku di meha mijdarê de 25 jin hatine qetilkirin.
Di berdewamiya raporê de li gorî bajaran daneyên derbarê kuştina jinan de wiha hatin parvekriin: "Stenbol 4, Sakarya 3, Mêrsîn 3, Şirnex 2 û li Antalyayê jî 2 jin hatin qetilkirin. Ji nên ku hatine qetilkirin 12 jê li mala xwe, 5 jê li kolanê 1 di wesayitê de, 2 jê li nêzî mala xwe, yek jê li baxçe, 1 jê di optobusê de û 1 jî li ber peravê hatiye qetilkirin. Her wiha 3'yên din ku hatine qetilkirin cihê qetilkirina wan ne diyar e.
Jinên ku di vê mehê de hatine qetilkirin temenê wan di navbera 25- 35'an de diguhere û sedema qilkirina wan ji sedî 75 ji ber ku xwestine ji hevjînê xwe veqtin e."
29 zarok bi îstîsmarê re rûbirû man
Li gorî raporê di meha mijdarê de 29 zarok bi îstîsmarê re rûbirû mane. Hat aşkerekirin ku zarokên bi îstîsmarê re rûbirû mane ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatin îstîsmarkirin. Li gorî raporê 4 zarok li dibistanê , 6 li mala xwe û 6 zarok jî li yurda xwwendekaran hatine îstîsmarkirin.
39 jin bi tundiyê re rûbirû man
Li gorî rapora meha mijdarê ya tundiyê 39 jin bi tundiyê re rûbirû mane û KCDP'ê di raproa xwe de diyar kir ku jinên bi tundiyê re rûbirû mane tenê hatine hiştin û bi rêbazên xwe hewl dane xwe biparêzin.
Di berdewamiya raporê de hat aşkerakirin ku di çarçoveya Peymana Stenbolê di encama berxwedana jinan a bi rêxistin de derxistina qanûna xala 6284'an girîng e û jinan diparêze.








