Ji parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana 710'an

  • 11:52 5 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara 710'an serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek ji bo sibehê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê dan. Bi vê serlêdanê parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta a niha 710 caran daxwaza hevdîtinê kirine.   
 
Serlêdanên ku parêzeran ev 709 car in kirine bi hinceta "Rewşa hewayê", "Koster xerabeye" û " OHAL heye" hat redkirin.