Şervanên YPJ'ê Pêngava Bagera Cizîrê nirxandin!
- 11:17 5 Kanûn 2017
- Rojane
Devrim Amed-Zeynep Kizilirmak
DÊRAZORÊ - Bi qasê sê mehan in ku pêngava Bagera Cizîrê hatiye destpêkirin û heta niha gelek Bajar û Gund ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin û pêngav ber bi dawî ve diçe.
Şervanên yekineyên Parastina Jinê (YPJ) bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê heta niha cihên xwe di pêngavê de girtin û gelek bajar û sivîl ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Niha jî gel û şervan hevdu hembêz dikin û şervan li ser pêşeroja vî gelî agahiyan didin wan û wan ronî dikin.
'Gel bi heskirineke mezin şervanan hembêz dike'
Fermandara YPJ'ê Dilar Helep li ser rizgarkirina bajarê Dêrazorê wiha dest bi axaftina xwe kir: " YPJ,YPG û QSD bi hev re ev qad rizgar kirin. Gel me bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dike û di bin bandora jiyan û fedakariya me de dimînin. Em jî bi kêfxweşiyeke mezin çi alîkarî ji me tê em ji bo gel dikin. Ji ber ku hêzên weke DAÎŞ'ê û Cephetul Nusra li gundan pir xirabî kiribûn di destpêkê de gel ji me ditirsiyan lê piştre êdî dema ku gel em nas kirin, baweriyeke mezin girtin û em hembêz kirin. Encama vê pêngavê jî baş hate girtin windahiyên me zêde nebûn. Em niha jî diçin nava gel, gel me bi cilên leşkerî dibîne, pir kêfxweş dibe, em armancên xwe yên pêşerojê ji wan re dibêjin. Ew jî bi baldarî li me guhdar dikin. Dema ku em diçin nav gel hem heyecana me heye hem jî ya gel heye. Dibînin ku jin dikarin pir tiştan bikin, ev moral û manevîyateke mezin dide gel."
'Em zanebûna xwe bi gel re parve dikin'
Dilarê, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gel pêşeroja xwe pir meraq dike û ew jî ji wan re behsa projeya Netewa-Demokratîk dikin û gel agahdar dikin." Gelê vir ev sê sal in di bin dagirkerî û travmayekê de dijî, dema ku gel me dibîne, di destpêkê de li ser siberoja xwe agahiyan ji me digire. Em jî di derbarê wekheviya gelan de û projeya Netewa-Demokratîk de gelek agahî didin wan. Ji ber ew nakokiyên ku bi salane di nav gel de bi zanebûn hatine belavkirin, hiştiye ku gel kurd û ereb ji hev cuda bigire dest, dema ku em behsa projeya Netewa-Demokratîk dikin pir kêfxweş dibin û xwedîderketineke mezin heye. Em hem gel ziyaret dikin û hem jî zanebûna xwe bi wan re parve dikin."
Di şer de pîvanên etîk û estetîk!
Dilarê da zanîn ku wan bi baldarî şer kirine û nehiştine ku tade li cihên dîrokî û malên gel bibe û wiha got:" Çawa ku em niha bi baldarî nêzî gel dibin, di dema şer de jî em wiha bûn, me nedihişt ku tade li cihê dîrokî û sivîlan were. Ev jî di şer de dibe pîvana etîk û estetîk ku jin weke rêgezekê nêzî vê yekê dibe. Di vir de tiştên ku me û artêşa serdest ji hev cuda dike jî ev e. Dema ku cihên dîrokî were rûxandin siberoj û bîra gel tê ruxandin. Em weke şervanên jin bi vê zanebûn û hesasiyetê nêzî şer bûn."
'Gel herî zede di bin bandora dilnizmiya me de dimîne'
Dilarê di gotinên xwe de anî ziman ku dema ku gel şervan nas dike herî zêde di bin bandora dilnizmiya wan de dimîne û wiha got: " Em şervanê vê axê û gel in dema ku em cenê xwe ji bo gel feda dikin, di heman demê de jî em qîmeteke pir mezin didin gel. Gel dibêje ku em pir kêfxweş bûn ku şervan me fêm dikin, me hîs dikin û jiyana xwe ji bo me feda dikin û dibêjin ku em bi hatina we pir kêfxweş in."
'Gelek jinên ciwan tevlî QSD'ê dibin'
Dilarê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Ji destpêka pêngavê û heta niha gelek jinên ciwan tevlî nava refên QSD'ê bûne. Hinek jinan kefiyên reş ên ku DAÎŞ'ê bi darê zorê dabûn serê wan avêtin û hinekan jî şewitandin, hin kes jî pir kêfxweş bûn û gotin:' Cara yekeme ku em mirovên wiha nas dikin. Çete û cehş her tim dihatin û bi zorê cil û bergên me diguhertin. Pir zilm û zordarî li me kirin. Lê hûn li me guhdarî dikin û rûmeteke mezin didin me, em hemû dixwazin bibin kesayetên wek we. Em deyndarê we ne.'"
Di hişê jina ereb de şoreşa vejînê ava bû!
Şervana YPJ'ê Hêvî Pîroz jî hestên xwe wiha anî ziman:" Gelên ereb gelek muhafezekar û girtî ye zûh bi zûh jinên wan dernakevin derve. Dema ku em çûn û me ew dan axaftin ev hesteke pir xweş bû. Ji ber ku me di wir de şer kir û em bi ser ketin. Me gel ji bin zilmê rizgar kir. Me ked da û em bi ser ketin. Dema ku me germbûna gel dît me hemû westandina xwe ji bîr kir. Ger ku me tiştên wiha baş ji bo gel kiribe ev cihê şanaziyê ye."
'Koletiya jinê bi dawî bû, azadiya jinê bi ser ket'
Şervana YPJ'ê Hedar Goran jî wiha nirxandinên xwe bi lêv kir:" Em weke jinên şervan me pêşengtî ji pêngava Bagera Cizirê re kir. Em weke jin me ji her milî ve rola xwe lîst çiqas ku çete dixwestin ku jinan dîl bigirin, serjê bikin, bikin kole me jî li hember wan rista xwe lîst û jin ji wê koledariyê rizgar kir. Em dixwazin ku sekna jina azad di nav gelên xwe yê ereb de ava bikin."
'Em dixwazin tola hevalên xwe bistînin'
Hedarê, di dawiyê de gotinên xwe wiha bi lêv kir: " Em dixwazin civakeke azad ava bikin û tola jinê werbigirin. Her wiha ez dixwazim tola hevalên xwe yên şehîd jî bigirim û bibim şopdarê wan. Ev pêvajoyeke girîng e. Gelê me pir zehmetiyan dikşîne ji destên çeteyên DAÎŞ'ê. Ji bo ku em gelê xwe ji destên çeteyan rizgar bikin, kedeke me heye. Têkoşîn û hemleyeke wiha ji bo me pir pîroz û girîng e."








