‘Ne doza netewî ya Tirkiyeyê ye, doza bertîlê ya AKP’ê ye’

  • 09:09 5 Kanûn 2017
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan derbarê doza Reza Zarrab a li DYA’yê tê dîtin û Rezayê ku gumanbar û bû şahid de axivî û diyar kir ku divê hemû siyasiyên tevlî bertîlê bûne îstîfa bikin û bên darizandin. Selmayê  derbarê dozê de wiha got: “ Ev ne doza netewî ya Tirkiyeyê ye, ev doza  bertîlê ya AKP’ê ye.”
 
Di doza Reza Zarrab de ku li DYA’yê tê darizandin û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo wî digot ‘karsazê xêrxwaz’ îfşa didomin. Rezayê di dozê de wek şahid hat guhdarkirin raste rast got: " Ev kar û bar bi talîmata Erdogan û Alî Babacan hatine kirin" û piştî qeyda deng a ‘wê her tiştî biguhere’ ya dadgerê dadgehê AKP ket nav tirsê. 
 
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan  derbarê dozê de nirxandin kir û diyar kir ku doza Reza Zarrab siyaseta qirêj a li Tirkiyeyê tê meşandin derxistiye holê û got: “ Di 17-25’ê Qanûnê de agahiyên bertîlê hat rojeva rayagiştî. AKP’ê bi hêza ji desthilatdariyê girtiye serê van agahiyan girtibû. Lê niha di doza Zarrab a li DYA’yê tê dîtin de bi awayekî aşkera tê dîtin ku ji aliyê hikûmetê ve bertîl ji bo parlamenter û siyasiyan hatiye dayîn.
 
Selmayê derbarê îdiaya hikûmetê ya ‘Reza di bin zextê de ye’ jî wiha got: “ Ev gelek aşkereye ku hevkariyeke dildar e. Ev rewşeke aşkere ya hikûmetê bertîl girtiye.  AKP jî bûye çerxa vê bertîlê."
 
‘Divê derkevin pêşberî darazê’
 
Selmayê da xuyakirin ku hemû siyasiyên tevlî bertîlê bûne divê îstîfa bikin û bên darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Divê  hesab bidin. Nikare serê vê çerxa bertîlê bê girtin. Doza Reza Zarrab ne doza netewî ya Tirkiyeyê ye. Ev doza bertîlê ya AKP’ê ye. Ji ber vê divê serokomar û serokwezîrê demî derkeve pêşberî dadger.”