ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 5 Kanûn 2017
  • Rojev
*K. ku li dozgeriyê serlêdana sûc kir, li dijî sûcê îstîsmarê ya bavê xwe bi tena serê xwe têdikoşe. K. ku tu kes ji malbatê piştgiriyê nadê, fikara wê ya herî mezin ev e ku bavê wê û xwişka wê ya 17 salî hîna li heman malê bi hev re dijîn.
 
*Wêneyê Yuksel Kalin a Elewî ku li Meletiyê li taxa Cemal Gursel mala wê hat nîşankirin, gelek hat axaftin. Ji bo Yukselê hinekan got ‘ditirse’ hinekan got ‘bi fikar e’. Yuksela ku temenê wê li dijî êrîşên nîjadperest bi nobetan derbas bû, diyar dike ku ew neçarin ku parastina xwe ya cewherî bikin. 
 
*Aydan Çelîk a li Edeneyê dijî, ji bo zarokên Sûr û Cizîrê kûlikên rengîn çê kir. Aydanê ji bo zarokan jî nîşeyek biçûk nivîsî û got: “Bila biriqîna çavên we tu caran wenda nebe…”
 
*Roza Metîna ku  di Pirtûkxaneya Bideng a ji aliyê qeyûm ve hat girtin de demekê bû ‘deng’ û ji zarokên astengdar re çîrokên Kurdî dixwend wiha got: “ Astengkirina projeya Pirtûkxaneya Bideng, careke din îşkenceya sîstematîk a li ser zarokan pêk tê nîşan dide.”
BI DÎMEN
 
*Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan derbarê doza Reza Zarrab a li DYA’yê tê dîtin û Rezayê ku gumanbar û bû şahid de axivî û diyar kir ku divê hemû siyasiyên tevlî bertîlê bûne îstîfa bikin û bên darizandin. Selmayê  derbarê dozê de wiha got: “ Ev ne doza netewî ya Tirkiyeyê ye, ev doza  bertîlê ya AKP’ê ye.”
 
*Ji CÎSST’ê Berîvan Korkut diyar kir ku hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan gelek zêde ye û diyar kir ku li girtîgehan krîz heye lê çareserî tuneye. BI DÎMEN