Li Adigeyê jinan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
- 16:14 4 Kanûn 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Adigeyê Organîzasyona Jinên Kurd-Bêrîtan, diyar kirin ku ew demek dirêje ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahiyê nagirin û ji rewşa wî ya tendirustiyê bi fikar in.
Organîzasyona Jinên Kurd-Bêrîtan a ku li Komara Xweser Adigey a girêdayî Federasyona Rûsyayê ye tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kir.
Jinên ku li ber Navenda Çandê ya Kurdan a Adigeyê hat ba hev, posterê Abdullah Ocalan hilgirtin. Jinan diyar kirin ku ew ji tendirustî û ewlehiya Abdullah Ocalan bi fikar in û daxwazada azadiya Abdullah Ocalan kirin.
Sinem Biroyeva li ser navê Organîzasyona Jinên Kurd axivî û wiha got:" Em demeke dirêj e ku ji Rêveberê xwe agahiyê nagirin. Gelê Kurd gerek ji bo azadiya Rêberê xwe bi dengekî hîn berz têkoşîna xwe dewam bike û heta ku encam bê sitendin, nesekinin."
Jinan li gel dirûşman çalakî bi dawî kirin.








