Însiyatîfa Azad a Rojnamegeran rapora meha mijdarê aşkere kir

  • 14:16 4 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora Mijdarê aşkere kir û diyar kir ku hê jî 168 rojnameger girtî ne. ÎRA diyar kir ku di mijdarê de 7 rojnameger hatin binçavkirin û derbarê 28 rojnamegeran û ajansek nûçeyan de doz hatiye vekirin.
 
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, li salona Vedat Aydin a şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora meha Mijdarê ya binpêkirinê mafên çapemeniyê û rojnamegeran bi raya giştî re parve kir. Berdevkê Înisiyatifê (ÎRA) Hakki Boltan rapor parve kir. Hakki Boltan, rapor bi kurdî û tirkî xwend û diyar kir ku dîrok hafiza ye û wiha got: " Divê dîrok ji bîr nebe. Her ku derfet hebe dîrok û îro bi hev re bên ristin da ku şaşî kêmtir bin. Pêwîst e medya di van derbaran de pirtir baldar be û xwedî li mîrateya xwe derkeve. Dema em jî li dîroka çapameniya azad vegerin ji bo 3’ê Kanunê êrişa bi ser Rojnameya Ozgur Ulkeyê de pêk hat dertê pêşberî me. 23 sal berê duh hêzên tarî yên paramîlîter bombe di avahiya rojnameyê de teqandin. Avahî ji bin ve hilweşiya û hevpîşeyê me Rojnameger Ersîn Yildiz şehît bû. Êrişkaran xwest rojnameyê ji bin ve ji holê rakin. Lê xweziya wan pêk nehat û di gewriya wan de ma. Çapameniya Azad bê ku navber bide dest biweşana xwe kir. Ev hezên êrişkar û kujer derxist holê û wan teşhîr kir. Ji ber ku ev êrişkar û kujer bi xwe dewlet û hikumet bûn derbarê wan de tu lêpirsîn nehat vekirin û tu kes jî ji ber bombekirina rojnameyê û qetilkirina ErsînYildiz nehatin darizandin. Ew hikumet, Hikumeta Tansu Çîller bû." 
 
Hakki Boltan, destnîşan kir ku îro jî armanc û hedefa dewlet û hikumetê neguhêriye û wiha got: " Ev hikumet û dewlet jî di her hewildana xwe de çapemeniya azad dike hedef û êrîş dike. Çi sazî û dezgeyên çapameniya azad hene digire. Rojnameger rastî êrişan tên, îşkence dibînin, tên binçavkirin, doz li wan tê vekirin û tên giritin."
 
Rapora Însiyatîfa Rojnamegerê Azad (ÎRA) a Meha Mijdarê wiha ye:
 
Bigiştî 168 rojnameger girtîne
 
*7 Rojnameger hatin binçavkirin.
 
* 4 Rojnameger texliye bûn.
 
*28 rojnameger û ajansek doz li wan hat vekirin.
 
*31 rojnameger hatin darizandin.
 
*RTUK'ê weşana 17 saziyên medya ji destê wan girt.
 
*Li 3 rojnamegeran 4 sal û 9 me cezayê girtîgehê birîn. 
 
*Li rojnamegerekî 6 hezar cezayê pere hat birîn.
 
*Hevgerînendeya Giştî ya Weşanê Eren Keskîn û Midura Karê Nivîsan Reyhan Çapan ên rojnameye Ozgur Gundem 100 hezar TL cezayê pere hat birîn. Rojnamegerek rastî êrişê hat.
 
*Bi ser kanaleke TV yê re hat girtin. Rojnamegerek hat kuştin.