Mêrê ku istismara zayendî pêk anî ji peywira xwe hat dûrxistin

  • 11:35 4 Kanûn 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Operaya New York Metropolitanê diyar kir ku şefê orkestirayê James Levine gelek zarok bi istîsmara zayendî rû bi rû hiştiye û loma ji peywira xwe hatiye dûrxistin. 
 
Operaya New York Metropolitanê diyar kir ku şefê orkestirayê yê 74 salî ku 10 caran xelata Grammy sitendiye, ji ber ku di lêpirsîna derbarê wî de vebûye hatiye diyarkirin ku  gelek zarok îstismar kiriye loma ew ji peywira wî dûr xistiye. Operayê diyar kir ku piştî nûçeya New York Post a derbarê orkestra şefî ku hatiye gotin orkestra şefî James istîsmara zayendî ya sîstematik li zarokê 15 salî kiriye, derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin.