Li navçeya Ehrezê Navenda Rêxistina Sara hat vekirin

  • 11:19 4 Kanûn 2017
  • Rojane
EFRÎN - Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê li navçeya Ehrezê navenda xwe vekir.
 
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi armanca berfirehkirina kar û xebatên xwe li navçeya Ehrezê ya girêdayî Kantona Şehbayê navenda xwe vekir.
 
Hemû sazî û desteyên jin ên Kantona Şehbayê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Cebhet El Ekrad û bi dehan welatiyên Kantona Şehbayê beşdarî merasîmê bûn. Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin, paşê ji aliyê herdu Rêveberên Rêxistina Sara ya Herêma Efrînê Gulîstan Arif û Raniya Cafer û ji aliyê Rêvebira Rêxistina Sara ya navçeya Ehrezê Emîne Elo û Rêvebera Jinên Ciwan a Kantona Şehbayê Eyşe Şêx Xelîl axaftin hatin kirin.
 
Di axaftinan de kar û xebatên Rêxistina Sara ku li dijî Tundiya li ser jinan e derket pêş çavan û bi tu awayî şîdeta li ser jinê nehat qebûlkirin û peyama ku êdî divê dawî li hişmendiya desthilatdar a zilam were, hat dayin. Her wiha armanca vekirina vê navendê ji gel re hat şîrovekirin.
 
Piştî axaftinan bena sor ji aliyê dayika têkoşer Delîl, Emîne Husên û rêvebera Rêxistina Sara ve hat qutkirin.
 
Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.