Akademîsyen wê salonên dadgehê veguherin ‘kursiyê’

  • 09:22 4 Kanûn 2017
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Li dijî konsepta şer a li Kurdistanê pêk tê akademîsyenan îmze avêtibûn danezana ‘Em ê nebin hevkarên vê sûcê’ û li dijî wan ji ber vê doz hatibû vekirin. Rûniştina yekem a dozê sibê tê dîtin. Ji akademîsyenên ku doz lê hatibû vekirin Zeynep Tul Akbalê got: “ Em ê salonên dadgehê veguherin kursiyên zanîngehê. Em ê wek dersê parastina xwe bikin.”
 
Di 11’ê Çileyê 2016’an de akademîsyenan îmze avêtin daneza aştiyê ya ‘em nabin hevkarên vê sûcê’ û  piştî vê yekê bûn hedefa desthilatdariyê. Derbarê gelek akademîsyenan de ku hatin îxrackirin de doz hat vekirin. Ji zanîngeha Galatasaarayê 6 ji zanîngeha Stenbolê 4 akademîsyen sibê yekem car li 35’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derdikevin pêşberî dadger. 
 
Profeseor Zeynep Tul Akbal a li Zanîngeha Bahçeşehîrê di Beşa Sînema û Televîzyonê de peywirdar bû û dawî li karê wê dan, beriya rûniştina hevalên xwe axivî. Zeynebê bi taybet vekirina dozan a cuda cuda ya li hevalên wê nirxand û diyar kir ku tê gotin di navbera her dozê de 10 deqe heye û got ev wê mafê parastinê asteng bike. Zeynebê destnîşan kir ku ew di 16’ê Adarê de tê darizandin.
 
Wê bernameyan pêk bînin
 
Ji bo dozê ji aliyê rêxistinên demokratîk û koma ‘Ji bo her kesî aştî’ eleqeyek mezin heye. Di  4’ê Qanûnê de sibehê daxuyaniyek çapemeniyê wê bê dayîn û piştre wê panel û li Şîşliyê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet wê bernameyek pêk bê. Zeynebê bi lêv kir ku di vê meha zivistanê de ne adîl e ku mirov li ber edliyeyê bên sekinandin û got: “Ji ber vê em ê nobetên edeletê parve bikin. Di dozên ewil de wê helwesta dadgehê bê fêmkirin. Beşeke mezin a xwendekaran xwedî li dozê derdikevin. Dema çar hevalên me hatibûn girtin tevgerek çêbû. Girtina wan bandorek çêkir. Lê li vî welatî her roja me wek salekê derbas dibe. Ka em binêrin ev ba wê bi kîjan alî de biçe? Em ê dadgehê wek kursiyê bikar bînin. Em ê parastinên xwe wek dersdayînê pêk bînin.”