‘Jin wê di vê pêvajoyê de bi ser bikevin’

  • 09:18 4 Kanûn 2017
  • Rojane
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Endama Dîwana KCD’ê Sebahat Onar diyar kir ku jin bi OHAL û KHK’yan hedef tên girtin û got: “25 hezar jin betal hatin hiştin. Jin wê di vê pêvajoyê de bi ser bikevin.
 
Li gorî rapora HDP’ê  bi OHAL û KHK’yên hatine derxistin, 25 hezar û 523 jin hatine îxrackirin. Endama Dîwana KCD’ê Sebahat Onar li ser OHAL’ê û bandora li ser jinan axivî.
 
‘Darbe li qada aborî hat kirin’
 
Sebahatê da zanîn ku qezencên jinan di salekê de bi OHAL û KHK’ê ji destên wan hatine girtin û jinan di pêvajoya OHAL’ê de pêngavên girîng avêtine û hatine asteke ku feraseta azadiyê bi malbat û mêran dane qebûlkirin. 
 
Sebahatê di berdewamiyê de wiha got: “ Piştî OHAL’ê darbeya herî mezin a aborî pêk hat. 25 hezar jin betal man.Ji bo jinên dixwestin aboriya xwe ava bikin ev travmayek bû. Armanc jî afirandina travmayê bû. Lê jinan berxwe da. Em ne jinên êdî di nav çar dîwaran de bisekinine. Qeyûm saziyên jinan yek bi yek girt. Armanc tevgera azadiya jinê hedef girtin bû.”
 
‘Ev rewş nayê qebûlkirin’
 
Sebahatê bi lêv kir ku sûcê îstîsmara zayendî û şîdeta li ser jinê di OHAL’ê de zêde bûne û got avahiyên şaredariyan veguherîne navendên emniyetan û ev nayê qebûlkirin.
 
Sebahatê di dawiyê de got wê jin di vê pêvajoya zehmet de bi ser bikevin.