Ayşe: Jinan di sedsala 21'emîn de destkeftên mezin bi dest xistin
- 09:02 4 Kanûn 2017
- Rojane
AMED- Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan got ku di girtîgehan de gardiyan bazirganiyê dikin û li ser jinan ferz dikin ku jin hemû tiştê ji bo wan pêwist e ji wan bikirin. Lê jin li dijî vê yekê li ber xwe didin û jiyana xwe ya komînal berdewam dikin.
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan ku di çarçoveya operayonên li dijî HDP, TJA, DTK, DBP û HDK’ê de hatin kirin de hatibû girtin di rojên borî de hat tahliyekirin. Ayşe ya hat tahliyekirin ji ajansa me re behsa zextên li ser girtiyan kir û di girtîgehê de rewşeke çawa heye kir. Ayşe got ku gardiyan li girtîgehan bazirganiyê dikin û vê jî dixwazin bi riya jinan bikin.
Ayşe di serî de de bal kişand ser girtina jinan a ku di demên dawîn de zêde bûye û got ku di demên dawiyê de jin bi hejmareke gelek zêde tên girtin û ev yek jî encama polîtîkayên pergala AKP’ê ye. Ayşe di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: “AKP rêvebirtiya hem dewlet, hem hikûmet û hem jî rêvebirtiya yek kesî dike. Ji ber vê jî dema mirov lê dinêre pergaleke ku dixwaze li gorî xwe rêve dibe heye. AKP di serî de êrîşî jinan kir û êrîşên xwe berdewam dike. Ji ber ku di sedsala 21'emîn de jinan destkeftên gelek mezin bi dest xistin e. Bi taybetî jî li çar aliyê Kurdistanê têkoşîna jinan pir berbiçav e. Kurdistanî li gel ku bê dewletin jî li mafê xwe xwedî derketin. Ev jî di cihanê de pîvaneke yekem e û bi bi pêşengtiya jinan pêk hatiye. Ji bo vê jî destkeftên jinan bi hişmendiya ku jinan bi xwe re pêş xit gelek zêde bûn. Dewlet li ser pîvanên xwe difikire. Lê belê li Kurdistanê jinên bê dewlet li ser civakê bandoreke mezin kirin û pergala AKP’ê ev pêşketina jinan ji bo pergala xwe xeter dît û êrîşî jinan kir. Mînak di şerên ku bi giştî li cîhanê hatine kirin jî dema ku şer gûr bûye di serî de êrîşî jinan hatiye kirin.”
‘Jin êrîşên li dijî xwe bi rêxistinê têk dibin’
Ayşe deststnîşan kir ku guhertina di cvakê de heta niha nehatibû ferqkirin, AKP'ê ji ber ku cara yekê ferq kir desthilatdariya mêr têk diçe û ji ber vê êrîşî jinan kir û îro herî zêde jin tên girtin. Ayşe wiha dirêjî da axafitna xwe: “ AKP ji bo ku zîhniyeta xwe li ser ciakê ferz bike êrîş dike. Lê jin bi awayekî felsefîk tevdigerin. Wek ronakbîriyeke vê sedsalê bi rêvebirtiya jinê civak pêş dikeve. Ji ber vê jî dema mirov êrîşên li ser jinan dinirxîne, jinan ji bo xwe parastina rewa wekî destihilatdariya mêran bi çekan û bombeyan pêk nayne û li ser bingehê parastina rewa xwe rêxistin dike, êrîşên li ser xwe bi rêxistinî têk dibe. AKP'ya ku bi desthilatdariya baviksalar tevdigere Peyamên esas nade jinên berxwedêr, dide jinên ku hîn xwe ji berxwedanê re amade dikin û dixwaze wan di hindirê malê de bide sekinandin.”
'Hişmendiya jinan a pêşverû qanûnên AKP'ê pûç kirin'
Ayşe di berdewama gotinên xwe de anî ziman ku di OHAL’ê de jî jinan tu astengî û qanûnên dewletê qebûl nakin, ji ber ku dewlet bi qanûnan dibêje asta civakê di bin asta wan re ye û bi qanûnan vê misore dike û asta civakê dixîne û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber vê jî ji civakê re dibêje ku tu nizanî biryaran bidî ez ê qanûnan derxim. Lê belê jinan bi bê hişmenda xwe li her çar parçeyên Kurdistanê ev daxwaza ku AKP dixwaze asta civakê bixîne qebûl nekirin û derbas kirin. Di OHAL’ê de êrîşeke mezin li ser jinan pêk anîn. Lê belê jinan êrîşa herî mezin bi hişmendiya xwe pêk anîn ev qanûn pûç kirin. Piştî ku qanûn ketin destên AKP’ê û Recep Tayyîp, AKP, hkûmet û dewlet bûn yek ol,bawerî û nasnameyên civakê jî wisa bi kar anîn.1
‘Qanûn, wijdan û ehlaq hişmendî ye û ronakbiriya vê sedsalê ye’
Ayşe di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser qanûna muftiyan ku erka mahrê dide wan û got ku ev di serî de li deverên Kurdistanê hatiye destpêkirin û ev tişt got: " Ji ber ku berxwedan û hişmendiya jinê li Kurdistanê pêş ketiye di serî de li Kurdistanê xistine meriyetê û wiha got: " Qanûn, wijdan û ehlaq hişmendî ye û ronakbiriya vê sedsalê ye. Di sê mehên dawiyê de yên ku ez bûme şahid di Girtîgeha Amedê de 90 jin hatin û çûn. Di şeş mehên dawiyê de 300 jin ketin girtîgehê. Her wiha di girtîgehan zextên mezin li jinan tên kirin û jin rastî tehdîta gardiyanan tên. Mirov dema lê dinêre dibîne ku dewlet neçar maye. Ji ber ku jin di zindanê de bi zindanê tên tehdîtkirin. Di zindanê de mafê parastina tendrustiyê tune ye. Dema ku girtî bang dikin bi saetan kesek nayê û ji aliyê aboriyê ve jî gardiyan girtiyan tehdît dikin û dibêjin tiştê ji bo we lazim divê hûn ji me bikirin. Heta bi pirtûkan jî dema xwe xwest ji me bikirin. Bi vî awayî bazirganiyê dikin. Li dijî vê bazirganiyê jî jiyaneke komînal û hevpar ji bilî zindanê li tu derê nayê dîtin.”
‘Jin li dijî tundiyê berxwedana xwe mezin dikin’
Ayşe herî dawî anî ziman ku dema mirov dibêje zindan bi yek hevokê berxwedana jinan tê bîra mirovan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Silavên jinên di zindanê de ji hemû jinên têkoşer û civakê re hene. Ji ber ku tu car hişmendiya wan têk neçû û hîn berxwedêrtir dibin.”








