'Em ê li ber xwe bidin û welatê xwe bernadin'

  • 09:06 4 Kanûn 2017
  • Rojane
EFRÎN - Jinên Kantona Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê şermezar kirin û hêrsa xwe wiha anîn ziman: "Em ji gotinên Erdoxan û gefên dewleta tirk ên li ser Efrînê natirsin. Ew ji berê de li dijî Gelê Kurd e, niha jî li dijî tevahî gelê Sûriyeyê ye û destdirêjiya xaka Sûriyeyê dike."
 
Ev demekê dirêje ku Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrîşî Herêma Efrînê dike. Têkildarî mijarê jinên Kantona Efrînê axivîn û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
 
Jina bi navê Mêmê Reşo helwesta xwe derbarê êrîşan de wiha nîşan da: "Heft zarokên min di nava refên hêzên parastinê de ne. Hinekan ji wan di şerê Reqayê de jî cihê xwe girtin û vegeriyan Efrînê. Ji bo wê jî heya ev hêza me ya parastinê hebe em ti caran ji êrîşên dewleta Tirkiyeyê natirsin û em dibêjin êdî bes e ji destdirêjiya dewleta tirk re."
 
'Dayikê temen mezin jî amade ne'
 
Mêmê Reşo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bila Erdoxan sînoran derbas neke û destdirêjiyê li xaka Efrînê neke.Ger pêwîst bike ez ê bi vî temenê xwe yê mezin çekê bigirim û li hemberî hovîtiya Erdogan li ber xwe bidim. ."
 
'Em ji gotinên Erdoxan natirsin'
 
Jina bi navê Sultanê Sîdo jî derbarê gefên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wiha got: "Em ji gotinên Erdoxan û gefên dewleta tirk ên li ser Efrînê natirsin. Ew ji berê de li dijî gelê kurd e. Niha jî li dijî tevahî gelê Sûriyeyê ye û destdirêjiya xaka Sûriyeyê dike. Divê li beramberî van êrîşan hemû welat çavên xwe vekin û rastiyê bibînin û li dijî dewleta tirk helwestê nîşan bidin. Jixwe keç û xortên me ji her tiştî re amade ne.  Êrîş ji ku derê were em amade ne li ber xwe bidin."
 
'Em dest ji welatê xwe bernadin'
 
Her wiha jina bi navê Emîne Qember jî destnîşan kir ku ew ji êrîşên dewleta Tirk natirsin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk çi qas êrîşî me bike jî em bihostek erdê xwe nadinê û heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin û ti caran ji welatê xwe dernakevin."