ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 4 Kanûn 2017
  • Rojev
 
*Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan got ku di girtîgehan de gardiyan bazirganiyê dikin û li ser jinan ferz dikin ku jin hemû tiştê ji bo wan pêwist e ji wan bikirin. Lê jin li dijî vê yekê li ber xwe didin û jiyana xwe ya komînal berdewam dikin. BI DÎMEN
 
*Jinên Kantona Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê şermezar kirin û hêrsa xwe wiha anîn ziman: "Em ji gotinên Erdoxan û gefên dewleta tirk ên li ser Efrînê natirsin. Ew ji berê de li dijî Gelê Kurd e, niha jî li dijî tevahî gelê Sûriyeyê ye û destdirêjiya xaka Sûriyeyê dike." BI DÎMEN
 
*Henîf Hecî dayika 4 zarokan e ku di dema fermana 2014'an de hevjînê wê bi kurmamê di serdema êrîlên DAÎŞ'ê de  jiyana xwe ji dest daye ye. Henîfe Hecî ya piştî fermanê hevjînê wê hat qetilkirin û bi 4 zarokên xwe re tenê ma diyar kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê zarokên xwe xwedî bike û bi hestên welatparêziyê wan perwerde bike.
 
*Li Edeneyê zarokên ji derveyê saetên dibistanê bi boyaxkirina pêlav û firotina çakmakan piştgiriyê didin malbata xwe, hinek dixwazin bibin mamoste, hinek dixwazin bibin doktor... Xeyalên wan ji hev cudatir in. Lê newekheviya ku dijî wan tê kirin, wek hev e. BI DÎMEN
 
*Endama Dîwana KCD’ê Sebahat Onar diyar kir ku jin bi OHAL û KHK’yan hedef tên girtin û got: “25 hezar jin betal hatin hiştin. Jin wê di vê pêvajoyê de bi ser bikevin.
 
*Qada daristana li Yenî Mahaleyê bêyî ku tiştek bê gotin tê tunekirin. Ji şêniyên taxê Zeynep Sonmez diyar kir ku gelek dar hatine birîn û îdia kir ku Waliyê bajêr li dijî vê qirkirina ekolojîk bêdeng e.
 
*Hanim Aydan ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatibû, piştî hat berdan derbarê polîsan de gilî kir. Tevlî ku Hanimê ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê girtibû jî hat îdia kirin ku ‘di raporên edlî de nîşane tuneye’ dozgeriyê derbarê polîsan de biryara bêşopandinê da.
 
*Kademê di afîşên xwe de peyama ‘hûn xurtin lê şîdetê pêk neynin’ dan mêran û aktîvîstên jinan bertek nîşanî afîşên KADEM’ê da. Jinan diyar kir ku afîş mêran xwedî hêz û jinan jî qels nîşan dide û gotin: “ Mixabin a ku ev kiriye komeleyek jina ye.” BI DÎMEN
 
*Li dijî konsepta şer a li Kurdistanê pêk tê akademîsyenan îmze avêtibûn danezana ‘Em ê nebin hevkarê vê sûcê’ û li dijî wan ji ber vê doz hatibû vekirin. Rûniştina yekem a dozê sibê tê dîtin. Ji akademîsyenên ku doz lê hatibû vekirin Zeynep Tul Akbalê got: “ Em ê salonên dadgehê veguherin kursiyên zanîngehê. Em ê wek dersê parastina xwe bikin.”