Daneşîna mamosteyê bersûcê îstîstmara zayendî hat taloqkirin

  • 13:38 3 Kanûn 2017
  • Rojane
KONYA - Daneşîna doza ku li mamosteyê matematîkê  O.A. ji ber li dijî 9 xwendekarên keç êîrşa zayendî kiribû hatibû vekirin û 135 sal ceza jê re tê xwestin hat taloqkirin.  Mamoste O.A. îdia kir ku xwendekar 'derewan' dikin û 'şaş' hatiye famkirin.
 
Li Selçûkluya Konyayê mamosteyê bi navê O.A. li dibistaneke navîn 9 zarokên keç bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibûn. Bûyer pitî ku xwendkekaran ji mamosteyê rêber re vegot aşkera bû. Piştî ku bûyer aşkera bû hin malbatên zarokan derbarê O.A. de li Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMR) gilî kiribûn û rêveberiya dibistanê jî derbarê O.A. de lêpirsîn dabû destpêkirin. O.A. jî îda kir ku ew 'şaş' hatiye famkirin.  
 
Îfadeya zarokan ji aliyê Navenda Çavdêriya Zarokan (ÇÎM) ve hat girtin û Mamoste O.A. yê ku derbarê wî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve lêpirsîn hat destpêkirin jî ji aliyê Muduryeta Perwerdeya Mîllî a Bajêr ve ji kar hat dûrxistin. Piştî ku O.A. ji kar hat dûrxistin ji bo teqawîtbûnê daxwazname da û hat teqawîtkirin.
 
Li O.A. yê ku di meha gulanê de hat girtin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Ceyzayê Giran a Konyayê ve ji ber sûcê 'zarok îstîsmara kirine' bi daxwaza 135 sal cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. O.A . li daneşîna doza derbarî wî de hat kirin sûcdarî qebûl nekirin û îda kir ku 'derew' lê hatiye kirin.
 
Heyeta dadgehêî ji bo xwendekarên mexdûr û şahid bên guhdarî kirin doz taloqî dema pêş kir.