Sekna wê ya li dadgehê ji bo ceza têr hat dîtin
- 09:18 3 Kanûn 2017
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE-Pinar Demîr a ku bi 17 kesên di nav wan de de Sîsê Bîngol jî hebû ji girtîgeha Muşê surgunî Tarsusê hatibû kirin, ji ajansanê re nameyek şand û got tevî ku di dosyaya wê de delîlên şênber tine jî ji ber sekna wê ya li dadgehê ceza girtiye.
Pinar Demîr ya meha borî ji girtîgeha Muşê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê hat kirin, bi nameya ku şand balkişand ser binpêkirinên mafan û dijhiqûqî vegot.
Pinarê diyar kir ku nameyên wan tên desteserkirin û got: “Ez bi 17 kesî re bi zarokê bi navê Dersim û dayika Sîsê ya 75 salî hebû re hatim sûrgunkirin. Hefteya borî cezayê min hat erêkirin. 7.5 sal ceza dan min. Her çiqas delîlên şênber tinebin jî dadgehê ji ber sekna min ev ceza dan min.”
Pinarê destnîşan kir ku tenê bi cil û bergên li ser xwe hatine vir û got îdare name, lênûsk, pirtûk û alavên mutbexê nadin wan.








