Ji bo Hewsel û Geliyê Dîcleyê wê heyet bê şandin
- 09:14 3 Kanûn 2017
- Rojane
AMED-Dadgeha di encama dozê îtîrazê de heyeta kesê dizane şand Sûrê, vê carê ji bo Baxçeyên Hewsel û Geliyê Dîcleyê dişîne.
Bi dorpêç û qedexeyên li Sûrê ev du sale berdewam dikin re, hilweşîna li gelek taxan jî berdewam dike. Desthilatdariyê piştî biryara cemawerikirina lezgîn a ji bo Sûrê girt şûnde ji bo Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê jî biryarek bi vî rengî girtibû. Baxçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê wek ‘Qada Projeya Taybet’ hat îlankirin.
Piştî vê Odeya Plansaziya Bajar a Amedê doz ve kir û îtîrazê projeyê kiribû. dadgehê bersiv da ku wê heyetek kesê dizane bişîne wir
Hevsreoka Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a Amedê Buşra Cîzrelîogullari Sadak biryar nirxand û got hîna heyet neşandine Baxçeyên Hewselê lê şandine Sûrê û got: “Me pêvajoya dozê dabû destpêkirin. Li wir çêkirina mizgeftekê kiribûn meriyetê. Me doz vekiribû. Niha em dibînin ku fikarên me çiqas di cih de ne.”








