Ji bo Hewsel û Geliyê Dîcleyê wê heyet bê şandin

  • 09:14 3 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED-Dadgeha di encama dozê îtîrazê de heyeta kesê dizane şand Sûrê, vê carê  ji bo Baxçeyên Hewsel û Geliyê Dîcleyê dişîne.
 
Bi dorpêç û qedexeyên li Sûrê ev du sale berdewam dikin re, hilweşîna li gelek taxan jî berdewam dike.  Desthilatdariyê piştî biryara cemawerikirina lezgîn a ji bo Sûrê girt şûnde ji bo Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê jî biryarek bi vî rengî girtibû.   Baxçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê wek ‘Qada Projeya Taybet’ hat îlankirin. 
 
Piştî vê Odeya Plansaziya Bajar a Amedê doz ve kir û îtîrazê projeyê kiribû.  dadgehê bersiv da ku wê heyetek kesê dizane bişîne wir
 
Hevsreoka Şaxa Odeya Plansaziya Bajar  a Amedê Buşra Cîzrelîogullari  Sadak  biryar nirxand û got hîna heyet neşandine Baxçeyên Hewselê  lê şandine Sûrê û got: “Me pêvajoya dozê dabû destpêkirin.  Li wir çêkirina mizgeftekê kiribûn meriyetê.  Me doz vekiribû. Niha em dibînin ku fikarên me çiqas di cih de ne.”