Heyeta Bakur û Başûrê Kurdistanê encamê çavdêriya xwe bi daxuyaniyekê pêşkêş kir
- 16:06 2 Kanûn 2017
- Rojane
AMÛDÊ - Heyeta ku ji Bakur û Başûrê Kurdistanê hatibûn ji bo çavdêriya li ser hilbjartinên meclîsên Bakurê Sûriyeyê bikin bi daxuyaniyekê encamê wê eşkere kirin.
Di 1'ê meha kanûnê de gava duyemîn ji hilbjartinên meclîsan ên Bakurê Sûriyeyê pêk hat. Ji bo çavdêriya van hilbajartinan şande ji Bakur û Başûrê Kurdistanê hatibûn, ji bo encamê çavdêriya xwe heyetê daxuyaniyek çapemenî ji raya giştî re da. Daxuyanî ji aliyê parlamenterê HDP'ê Nadir Yildirim ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Hilbijartinên ku di 1'ê kanûnê de li Bakurê Sûriyeyê hatin lidarxistin, me çavdêriya wê kir. Ev roj ji bo hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî rojeke dîrokî û mîna nimûneyekê girîng bû. Çavderiyên vê nimûneyê ji bo me kêfxweşiyek herî mezin bû.
Bi giştî pêkhateyên ku li Bakurê Sûriyeyê dijîn, di nava hilbijatinan de temsîliyeta xwe kirin, ev yek jî ji bo siberoja Rojhilata Navîn nimûneyeke girîng derdixe holê.
Me hilbijartinên ku li Bakurê Sûriyeyê hatin lidarxistin şopandin ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn wek peyam, encam, rê û rêbaz me diyar kirin. Em jî wek heyeta Bakurê Kurdistanê di şert û mercên zehmet de tekoşîna demokrasî û azadiyê didin meşandin. Divê Gelê Kurd, yekîtiya navxweyî di nav xwe de pêk bînin.
Banga me ji hemû hêzên navneteweyî û dewletên Rojhilata Navîn ev e ku vîna demokratîk û azad ku li Bakurê Sûriyeyê derkete holê bê qebûlkirin. Pêwist e ku her kes qebûl bike, her wiha jiyana hevbeş a pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê wek nimûne bigirin dest, her wiha em bang li hemû Kurdan dikin ku ji bo çareser kirina pisgirêkên navxweyî û avakirina siyaseteke netewî têkiliyeke Demokratîk li ser esasê berjewendiyên netewî bêne avakirin. Pêwistî heye ku kongreya neteweyî bê lidarxistin û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li cem hevdu li ser esasê demokrasî û wekheviyê pirsgirêkên navxweyî çareser bikin.








