Akademiya Star duyemîn dewreya perwerdeyê vekir
- 15:41 2 Kanûn 2017
- Rojane
KOBANÊ - Akedemiya Star a Kantona Kobanê duyemîn dewreya Perwerdehiyê ya bi navê Şehîd Şîlan Kobanê bi tevlîbûna 20 jinan vekir.
Akademiya Star a li Kantona Kobanê ji bo pewerdekirina jinan duyemîn dewreya perwerdehiyê vekir. Dewreya Perwerdeyê bi navê Şehîd Şîlan Kobanê bi tevlîbûna 20 jinan hat vekirin. Jin ji saziyên weke Şaredarî , Akademiya Civaka Demokratîk û ji Kongra Star tevlî perwerdeyê bûn.
Waneyên ku dê di vê perwerdeyê de werin dayin piranî dersên îdeolojiyê ne, her wiha waneyên pîşeyî jî dê werin dayin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hebûn Êto ve hat kirin. Hebûnê wiha vekirina vê dewreyê nirxand:" Armanca vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo jinan ew e ku fikrê jinan li pêş be û jin di her warî de cihê xwe bigire. Bi taybet ji bo jinan, ya girîng ew e ku jin di warê pratîkî de bêhtir van perwerdeyan bigirin. Jinên ku tevlî vê perwerdeyê bûne jî pêwîst e li ser vî bingehî tev bigerin."
Her wiha wê perwerde 15 rojan berdewam bike.








