Komıseriya Bajarê Tiltemirê rêjeya dengdayinê eşkere kir
- 09:13 2 Kanûn 2017
- Rojane
TIL TEMIR - Piştî ku 14 saetên ji bo hilbijartinê hatibû veqetandin bi dawî bû, Komıseriya Bajarê Tiltemirê rêjeya dengdayinê eşkere kir.
Piştî demê dengdayinê qediya Komseriya Hilbijartinê û Qomîteya Şopandina hilbijartinê ya Bajarê Tiltemirê diyar kir ku hejmara dengdayînê tev a hêzên leşkerî li bajar û navçeyê Tiltemirê bi tevahî wiha bû: 13751 ' e.
Komseriya Hilbijartinê û qomîteya şopandina hilbijartinê ya Bajarê Tiltemirê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê di saett 22:00'yê êvarê de hejmara dengdayînê eşkere kir. Li gor vê hejmarê Beldeya Xera 4377, Qibûr Qeracina 4270, navçeya Tiltemirê 4597 û hêzên leşkerî 507 ‘e. Hejmara bi giştî kesên ku deng dane 13751' e.








