‘Girtiyên nexweş roj bi roj nêzî mirinê dibe’

  • 09:12 2 Kanûn 2017
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama Komîsyona Hiqûqê û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku bi OHAL’ê re li girtîgehan binpêkirina mafan gihiştiye astek cidî û wiha pê de çû: “ Gelek girtiyên nexweş li bende mirinê ne. Bi sedan girtiyên nexweş ên nikarin jiyana xwe îdame bikin hene. Çawa dibe ku ATK ji bo girtiyan rapora ‘Dikare li girtîgehê bimîne’ dide? Girtî bi van biryaran roj bi roj nêzî mirinê dibe.”
 
Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku bi OHAL’ê re zêde bûne nirxand.
 
Ayşeyê bi lêv kir ku pêkanînên li girtîgehan tên jiyîn bi pêvajoyê re eleqder e û pêkanînên li girtîgehan bi geşedanên li derve tên jiyînê re eleqeder e. Ayşeyê da xuyakirin ku bi OHAL’ê re li girtîgehan rewş her diçe xerab dibe û wiha pê de çû: “ Mirov ji tiştên biçûk tên binçavkirin û girtin. Kapasîteya girtîgehan tije bûye. Ligel vê hîna desthilatdarî mizgîniya girtîgehên nû dide.”
 
‘Ji bo parlamenterên HDP’ê ambargoya girtîgehê heye’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku bi taybet bi OHAL’ê re hevdîtinên malbat û parêzeran ên bi girtiyan re hatine astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Wezareta Dadê mafê ‘takdîrê’ bikar tîne û çûyîna parlamenterên HDP’ê ya girtîgehan tê astengkirin. Li dijî me ambargoya girtîgehan heye. Em bi tu awayî nikarin hevdîtinê bikin. Em nikarin şert û mercên wir kontrol bikin.”
 
‘Rêveberiya girtîgehê tenê biryara nagire’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku di bin navê sewqkirinan de surgun tên jiyîn û girtî ji malbatên wan pir tên dûrxistin û wiha pê de çû:” Desthilatdarî dibêje ‘Ez şert û mercên girtîgehan çawa zehmet bikim?’. Van biryaran jî rêveberiyên girtîgehan bi tena serê xwe nagirin. Eziyetên giran bi girtiyan tên kirin.”
 
Ayşeyê her wiha da zanîn ku gelek girtiyên nexweş li girtîgehan mirinê dipên û got ATK çawa rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide.