Feleknas: Dewletê bi gelê Kurd şûnde gav neda avêtin
- 09:08 2 Kanûn 2017
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Berxwedana Sûrê tevlî ku du sal di ser de derbas bûye jî hîna di hişê gel de teze ye. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucay berxwedana 103 rojan nirxand û diyar kir ku êrîşên dewletê tu caran bi gelê Kurd şûnde gav neda avêtin.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucay da xuyakirin ku talîmata şer û komkujiyan ji aliyê Enqereyê ve hatiye dayîn.
‘Gelê Amedê şahidiya şerê mezin kir’
Feleknasê bi lêv kir ku li Sûrê li dijî êrîşên dewletê berxwedanek mezin hatiye nîşandan û ciwanên Kurd li dijî artêşa herî mezin a NATO’yê têkoşîn meşandiye. Feleknasê ev tişt anî ziman: “ Artêş, leşker û yekineyên taybet bi çekên giran hewl dan bikevin Sûrê. Bi mehan şer hat jiyîn. Gelê Amedê ji şerê mezin re şahidî kir. Di vî şerî de bexwedana ciwanan hebû û li aliyê din jî komkujî hebû.”
‘Konsepta tunekirinê pêk hat’
Feleknasê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Ne tenê li Sûrê li derveyî Sûrê jî berxwedan hebû. Ji bo dorpêç bê şikandin gelê Amedê rabû ser piyan. Bi hezaran kesî li kolanan berxwe da. Rastî êrîşan hatin lê kolan terk nekirin. Di van çalakiyan de bi dehan ciwanî jiyana xwe jid est da. KCD, DBP û HDP’ê bi rayedarên dewletê, walî û qeymeqaman re hevdîtin pêk anî ku şer bisekine. Lê em jî rastî êrîşan hatin. Ji bo Sûrê tune bikin konsept hat plankirin.”
Feleknasê bi lêv kir ku tanqên ku Amerîkayê di 1990’an de firot Tirkiyeyê, Tirkiyeyê jî ew tanq şand Sûrê û li ber çavê hemû cîhanê komkujî û hilweşîn hat jiyîn. Feleknasê da xuyakirin ku cenaze 26 rojan li erdê mane û tu hêzî ev berxwedan nikarbibû têk bibe..








