Dewlet gundiyên mexdûr carek din mexdûr dike

  • 09:04 2 Kanûn 2017
  • Rojane
WAN - Li gundê Xec Xatunê di sala 2011’an de di encama lehiyê de bi hezaran mal hilweşiyan û gelek mal jî avê hiltînin. Gundê ku ji lehiyê zararek mezin dît niha ji aliyê dewletê ve kiraya xaniyan tê xwastin. Malbatên ku rewşa wan a aborî ne baş e, bertek nîşanî helwesta dewletê dan û gotin  ku peywira dewletê ew e ku xizmeta gel bike.
 
Di sala 2011’an de li gundê Xec Xatunê lehîyek mezin pêk hatibû û di encama lehiyê de, gelek mal hilweşiyabûn. Ji ber lehîya ku rabû gund wekî herêma karesatê hatibû îlankirin û ji bo gundiyên ku avahiyên wan zirar dîtin  ji aliyê dewletê ve 8 mal hatibûn avakirin. Her çiqas demeke dirêj di ser lehîyê re  derbas bibe jî hîna şopên lehîyê li gund hene û avahiyên ku zirar dîtine û avê dikişînin jî nehatine tamîrkirin. Malbatên ku ji ber lehiyê mexdûr bûn niha ji aliyê dewletê ve kiraya xaniyê ku ji wan re hatibû dayîn tê xwestin. Malbatên ku rewşa wan ji aliyê aborî ve ne baş e, nikarin kiraya xaniyan bidin û bertek nîşanî dewletê dan.
 
Malbatên ku bertek nîşanî helwesta dewletê dan diyar kirin  ku peywira dwletê xizmeta ji bo gel e. Lê ligel vê jî her roj ji wan kira tê xwestin.