Jinan êrîşên li ser Efrînê nirxandin

  • 09:03 2 Kanûn 2017
  • Rojane
Orîvan Mustefa
 
EFRÎN - Di çerçoveya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê de, jinên li ser sînorên Rojava û Bakurê Sûriyeyê helwest û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
 
Ev bû zêdetirî salekê ye ku dewleta Tirk bê navber êrîşî ser Kantona Efrînê dike. Di çerçoveya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê de, jinên li ser sînorên Rojava û Bakurê Sûriyeyê helwest û nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku ev êrîşana dê vala derkevin.
 
'Em ê axa xwe biparêzin'
  
Jina bi navê Zêneb Etiş diyar kir ku Kantona Efrînê ji bo Gelê Kurd xwedî nirxên gelek dewlemend e  û wiha got:" Aramanca van êrîşên dewleta Tirk ew e ku  bi rêya Kantona Efrînê destê xwe  biavêje Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê lê belê hêzên YPJ'ê û YPG'ê yekser û bê navber li hemberî van êrîşan berxwe didin. Em ê jî wekî jin axa xwe biparêzin û rê nedin kesên ku dixwazin axa me ji destên me bigirin."
 
'Bila kes hêza Gelê Kurd biçûk nebîne'
 
Zênebê bal kişand ser hêza Gelê Kurd û wiha berdewam kir:" Bila kes hêza Gelê Kurd biçûk nebîne. Ne gengaz e ku dewleta Tirk axa Efrînê dagir bike. Dewleta Tirk nikare di xewa şevan de jî axa Efrînê dagir bike.  Zarokên me, ciwanên me û heta kal û pîrên me ji bo parastina axa xwe di nava refên YPJ'ê û YPG'ê de cihê xwe digirin. Bila tu kes nebêje qey dagirkirina Efrînê ewqas hêsan e û bila li gor vê yekê gavên xwe biavêjin. "
 
'Kurd dê bi vîna xwe dagirkeriyê bişkîne'
 
Zeynebê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Parastina axa me yekemîn erka me ye. Em ê vê erka xwe bi têkoşîna xwe ya ji mêj ve bi cih bînin. Kurd dê bi vîna xwe dagirkeriyê bişkîne û dê bi ser bikeve. "
 
'Her ku êrîşên xwe zêde dikin em bi hêztir dibin'
 
Jina bi navê Emîne Îbo jî derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê nêrînên xwe wiha anî ziman:" Jinên Kurd ji dîroka xwe de xwedî vîn û têkoşînek mezin e. Ev vîn û têkoşîn bi berxwedana YPJ'ê û YPG'ê bi hêztir bû. Dewleta Tirk çiqas êrîşî me dike em ewqas bi hêztir dibe. Dewleta Tirk bi van êrîşana dixwaze dawiya xwe bîne."
 
'Em ê li dijî êrîşan bibin tanq û top' 
 
Emîneyê bal kişand ser parastina yekîtiya Kurdan û wiha got: " Bila Dewleta Tirk bawer neke ku dê bikaribe bihusteke axa Efrînê dagir bike. Em ê li hemberî êrîşan bibin tanq û top. Armanca dewleta Tirk ew e ku Gelê Kurd tune bike. Lê belê kesên desthilatdar nizane ku dawiya wan nêzîk bûye. Gelê Kurd dê bi parastina yekîtiya xwe her bi ser bikevin."
 
'Me hêviya xwe tucaran winda nekir'
 
Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Me wekî Gelê Kurd tucaran hêviya xwe wenda nekir û heta îro me têkoşînek bêhempa li hember zilma dijmin nîşan da. Em ê ji îro pê de jî bi têkoşîna xwe ya bêhempa serî hildin."
 
'Parastina Efrînê rûmet e'
 
Jina bi navê Fikret Reşo jî nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên li ser Efrînê wiha anî ziman:" Em ji tanq û topên dewleta Tirk natirsin. Em ê heta xwîna xwe ya dawiyê Efrînê piparêzin. Çimkî ji bo me parastina Efrînê rûmet e."
 
'Êrîş bandorê li ser vîna me nake'
 
Fikretê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Dewleta Tirk êrîşên xwe yê li dijî Kantona Efrînê dewam dikin lê belê ev nayê wê  wateyê ku em ê dest ji axa xwe berdin. Êrîşên dewlata Tirk  bandorê li ser vîna me nake. Heta dawiyê em ê xwe biparêzin û em axa xwe radestî desthilatdaran nakin. "