ROJEVA 2'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 2 Kanûn 2017
- Rojev
*Di çerçoveya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê de, jinên li ser sînorên Rojava û Bakurê Sûriyeyê helwest û nerazîbûnên xwe nîşan dan.
BI DÎMEN
*Li gundê Xec Xatunê di sala 2011’an de di encama lehiyê de bi hezaran mal hilweşiyan û gelek mal jî avê hiltînin. Gundê ku ji lehiyê zararek mezin dît niha ji aliyê dewletê ve kiraya xaniyan tê xwastin. Malbatên ku rewşa wan a aborî ne baş e, bertek nîşanî helwesta dewletê dan û gotin ku peywira dewletê ew e ku xizmeta gel bike. BI DÎMEN
*Du rojnamegerên ku li Edliyeyê nûçegîhaniyê dikin, Fatma Yorur û Elîf Akgul… Xebatkarên çapemeniya alîgir bi rehetî dikevin korîdor ên salonên runiştinê lê Fatma Yorur û Elîf Akgul bariyer û xebatkarên ewlehiyê derbas dikin û diçin hundir. Herdu rojnameger bi nasnameya xwe ya muxalîf û jintiyê hem li edliyeyê û hem jî li odeyên nûçeya têkoşîna hebûnê didin.
*Berxwedana Sûrê tevlî ku du sal di ser de derbas bûye jî hîna di hişê gel de teze ye. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucay berxwedana 103 rojan nirxand û diyar kir ku êrîşên dewletê tu caran bi gelê Kurd şûnde gav neda avêtin. BI DÎMEN
*Li Pilemûr a Dêrsîmê 8 bizinên biyanî miribûn û encamên tehlîlê nexweşiya ‘şewbê’ nîşan dadû. Lê bi sewalan re di alî fîzyolojîk de tu nîşaneya şewbê tuneye. Hinek pispor diyar dikin ku dibe ku sewal hatibin jehrkirin. Ji encumenên Platforma Ozgur Aksinê Pakîze Aydin diyar kir ku divê heyetek serbixwe lêkolînê bike.
*Endama Komîsyona Hiqûqê û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku bi OHAL’ê re li girtîgehan binpêkirina mafan gihiştiye astek cidî û wiha pê de çû: “ Gelek girtiyên nexweş li bende mirinê ne. Bi sedan girtiyên nexweş ên nikarin jiyana xwe îdame bikin hene. Çawa dibe ku ATK ji bo girtiyan rapora ‘Dikare li girtîgehê bimîne’ dide? Girtî bi van biryaran roj bi roj nêzî mirinê dibe.”








