Hilbijartinên meclîsan nasnameya jina azad e

  • 18:14 1 Kanûn 2017
  • Rojane

QAMIŞLO - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed û Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif derbarê hilbjartinan de nêrînên xwe anîn ziman.

Piştî hilbjartinên komînan, îro qonaxa duyemîn, hilbijartinên meclîsên herêmî dest pê kir. Di derbarê hilbjartinan de Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed û hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed di derbarê hiljbartinên meclîsan de diyar kir ku hilbijartinên meclîsan dê hêviya aştiyê gur bike û wiha got:" Ji bo serkeftina hilbijartinan beşdarbûna jinan girîng e. Ji bo pêkhatina mafên hemû gelên Bakurê Sûriyeyê ev hilbijartana gelekî girîng e. Divê hemû jin li rola xwe ya girîng xwedî derkevin û beşdarî hilbijartinan  bibin.”

Her wiha Hevseroka Federaliya Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsif  di derbarê hilbjartinên Meclîsan de nêrînên xwe wiha anî ziman:” Ev hilbijartinan wekheviya di navbera mêr û jinan de diparêze. Loma ji bo aramî û aştiya gel, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan gelekî girîng e. Hilbijartinên meclîsan nasnameya jina azad e.”