'Hibijartina li Bakurê Sûriyeyê vîna gelan esas digire’
- 17:22 1 Kanûn 2017
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Derbarê berdewamiya çalakiyên hilbijartinan a qonaxa duyemîn de, parlamentara HDP’ê Mizeyen Guneş nêrînên xwe anî ziman.
Piştî qedandina qonaxa yekemîn a hilbijartina Komînan, qonaxa duyemîn a hilbijartina meclisên herêmî dest pê kir.Gelên Bakurê Sûriyeyê bi coş û heyecaneke mezin tevlî hilbijartinan dibin. Derbarê berdewamiya çalakiyên hilbijartinan a qonaxa duyemîn de, parlamentara HDP’ê Mizeyen Guneş nêrînên xwe anî ziman.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)Mizeyen Guneş diyar kir ku dê bi hilbijartinên meclîsên herêmî demokrasiyê pêş bikeve û wiha got:" Em wek şandeya HDP'ê em bi kêfxweşî û bi kelecan hatin ku çavdêriya hilbijartinê bikin. Ev hilbijartin ne tenê ji bo Bakurê Sûriyeyê ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelan in. Ev hilbijartin dê ji bo hemû gelan bibe mînakek serkeftî.”
‘Hibijartina li Bakurê Sûriyeyê vîna gelan esas digire’
Mizeyenê bal kişand ser demokrasiya gelan û wiha dewam kir:” Hibijartina li Bakurê Sûriyeyê vîna gelan esas digire. Gelên Kurd, Ereb, Suryan hemû dixwazin bi awayekî demokratîk bijîn. Ev hilbijartin jî dê ji bo demokrasiyê bingehek baş be.”
‘Hêza gel bû sedema têkoşînek bêhempa’
Mizeyênê wiha dawî li axaftina xwe anî:” Tevlî hemû asteng û zordariyan gel tu caran dev ji hewldana xwe berneda. Loma hêza gel bû sedema têkoşînek bêhempa. Em hêvîdar in ku encama vê hilbijartinê dê pêşeroja gelan ronî bike."








