Serkeftina hilbijartinan pêşeroja Sûriyeke Demokratîk e!

  • 16:46 1 Kanûn 2017
  • Rojane
 
EFRÎN - Di berdewamiya çalakiyên hilbijartinan a qonaxa duyemîn de, jinên navçeya Eşrefiyê ya herêma Efrînê hestên xwe anîn ziman.
 
Piştî qedandina qonaxa yekemîn a hilbijartina Komînan, qonaxa duyemîn a hilbijartina meclisên herêmî li Kantona Efrînê dest pê kir.
 
'Jinên ciwan bi kêfxweşî dengê xwe dan'
 
Li ser vê mijarê jina bi navê Mediye Ebdo hestên xwe derbarê hilbijartinan de nîşan da û got:” Bi armanca serkeftina projeya Netewa-Demokratîk, îro jin, mêr, kal, pîr û tevahî pêkhateyên Kantona Efrînê tevlî hilbijartinan bûne. Ez jî wek jineke ciwan mafê min heye ku ez dengê xwe bidim, ji ber  vê yekê jî ez gelek kêfxweş im.”
 
‘Vîna gel bi baweriya gel re bû yek’
 
Her wiha jina bi navê Fedîle Hesen jî kêfxweşiya xwe ya derbarê hilbijartinan de diyar kir û wiha axivî:” Îro hemû gelên me berê xwe dan ser  sindoqan ji ber vê jî em bi kombûna gelê xwe û bi dayina dengê xwe pir kêfxweş in.”
 
'Projeya Netewa demokratîk  bi ser dikeve'
 
Jina bi navê Hesna Mihemed destnîşan kir ku gel ji bo serkeftina projeya Netewa-Demokratîk li navendên dengdayînê kom dibin û wiha axivî: "Ez jî wek hemû jinan hatime mafê xwe yê dengdayînê pêk bînim. Ez gelek kêfxweş im ji ber ku tevahî pêkhateyên Kantonê beşdar bûne ji bo ku projeya Netewa Demokratîk bi ser bikeve.”
 
 'Serkeftina hilbijartinê, pêşeroja Sûriyeke demokratîk e'
 
Jina namzet a bi navê Ruzelîn Koşen da xuyakirin ku hilbijartin gava yekemîn e ji bo Sûriyeke Demokratîk û wiha dewam kir:” Ez gelek kêfxweş im ji ber ku gelek welatî berê xwe didin ser sindoqan. Ez hêvî dikim ku tevahî  gel mafê bikaranîna dengê xwe pêk bînin.  Ji ber ku hilbijartin wê bibe pêşeroja Sûriyeke demokratîk.”
 
Jina nemzet a bi navê Mêrvet Henen diyar kir ku hilbijartin heta niha bi awayekî demokratîk dimeşe.