Di çalakiya li Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
- 15:56 1 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Di saetên ku danişîna doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça didome de, 3 kesên piştgirî dan çalakiya wan a Kolana Yukselê hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 288’an de dewam dike. Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 388’an de berdewam kir. Polîsan destûr neda çalakvan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin. Çalakvanên li ser vê yekê li Kolana Konurê kom bûn pankarta “Karê Nuriye û Semîh paşve bidin wan” vekirin û dirûşm berz kirin.
Polîsan pankart çirandin û çalakvanan Îlker Işik, Dervîş Lermî û Mustafa Keçecî binçav kirin.








