Jinên Serêkaniyê û Til Temirê derbarê hilbijartinan de nêrînên xwe anîn ziman!
- 15:03 1 Kanûn 2017
- Rojane
SERÊKANIYÊ - TILTEMIR - Jinên Sêrêkaniyê û Til Temirê derbarê hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan peyama têkoşîn û yekîtiyê dan.
Jinên ku bi rengekî azad tevlî hilbijartinan bûn hestên xwe û nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku divê Gelê Kurd bibin yek û têkoşîna xwe berz bikin.
Selwa Paqistanî derbarê hilbijartinan de nêrînên xwe wiha anî ziman:”Ji bo hêviya azadî û wekheviya jinê berz bibe divê hemû jin rayên xwe bi kar bînîn. Ji bo vîna jinê xurt bibe û li dijî zilm û zordariyê serî hilde gerek em hemû jin rayê xwe bi kar bînin.”
Şêrîn Şêxê li ser navê Malbatên Şehîdan axivî û wiha hestên xwe anî ziman:”Ji bo em li xwîna şehîdên xwe xwedî derkevin û ji bo siberojeke serbixwe ava bibe me rayê xwe bi kar anî. Ji bo jiyanek wekhev û azad gerek hemû kes rayê xwe bi kar bîne.”
‘Jinên Kurd dê her dem bi ser bikevin’
Endama Dîwana Edaletê Gulîstan Silêman jî derbarê hilbijartinan de wiha axivî:”Ji bo krîza li Sûriyeyê çareser bibe û aştî pêk were ev hilbijartin girîng e. Rola jinên Kurd a di van hilbijartinan de jî gelek girîng e. Jinên Kurd bi helwesta xwe ya têkoşer her bi ser ketine û dê her dem bi ser bikevin. Loma jinên Kurd gerek ji rola xwe ya girîng haydar bin. Îro me berê xwe da sindoqên hilbijartinên meclîsê. Ji ber ku ev qonax pir girîng û hesas e. Divê hemû gel bi hemû neteweyê xwe xwedî li vê qonaxê derkevin. Çawa ku hilbijartinên komînê bi îradeya gel bi serket, ew ê hilbijartinên meclîsê jî bi îradeya gel bi ser bikeve."
Gulîstanê diyar kir ku ev roj rojeke dîrokî ye û wiha dewam kir: " Îro gel xwe bi xwe temsîl dike û hildibjêre. Ev nîşaneya azadî û serfiraziyê ye. Hilbijartin îro bi awayekî demokratîk tê meşandin. Êdî em ber bi Sîstema Fedaral a Bakûrê Sûriyeyê ve diçin. Ev sîstem ew ê bikaribe kirîza Sûriyeyê çareser bike. Ji ber ku ev îradeya gel temsîl dike û ev hilbijartin mafê her netewekî diparêze û her netew jî cihê xwe dikare tê de bigire."
Gulîstanê di dawiya axaftina xwede wiha got: "Em bawer in ku hilbijartinên qonaxa duyemîn wê bi ser bikeve. Ji ber ku îradeya gel esas digire."








