Jinên 70 salî ji bo siberoja welatê xwe diçin ser sindoqan

  • 14:14 1 Kanûn 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Tevlî jinên astengdar û temenmezin bi hezaran jin herikîn ser sindoqan û mafê xwe yê dengdayinê bi kar anîn. Jinan ev roj wekî rojeke dîrokî bi nav kirin.
 
Îro serê sibehê bi hezaran jinan berê xwe dan ser sindoqên dengdayînê û ji bo azadî û aramiyê rayê xwe bi kar anîn. 
 
Jina bi navê Fatima Hesen Şahîn û temenê wê 70 salî ye hestên xwe yên derbarê hilbijartinê de wiha anî ziman:" Ez nexweşbûm û di nav nivînan de bûm . Bi vî halê xwe ez hatim ku rayê xwe bi kar bînim. Ji bo siberoja zarokên me azad be û ji bo siberoja me bi rengekî azad bê avakirin min dengê xwe bi kar anî."
 
'Ji bo şer biqede min rayê xwe bi kar anî'
 
Jina ku navê wê Ayîşe Emîn e û  69 salî ye jî derbarê hilbijartinan hestên xwe wiha anî ziman:" Ez pir kêfxweş im ku ji bo jiyanek azad em rayê xwe bi kar tînin. Ji bo şer biqede min rayê xwe bi kar anî. Hêviyên me mezin e. Ev hilbijartin li hemû kesan pîroz be. "