Li Stenbolê zaroka 17 salî hat qetilkirin

  • 11:28 1 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Li Kartala Stenbolê li aparteke ku rojane bi kirê dihat dayîn cenazeyê zarokeke 17 salî hat dîtin.
 
Li Kartala Stenbolê li ser kolana Karabukê ya li  taxa Cevîzlikê ji aparteke ku rojane bi kirê dihat dayîn dengê çekan hat. Li ser bihîstina dengê çekan welatiyan bûyer ji polîsan re ragihandin. Polîs û tîmên tendirustiyê yên ku hatin aparta dengê çekan jê dihat cenazeyê zaroka 17 salî ya bi navê Aleyna Can rast hatin. Hat diyarkirin ku piştî lêkolîna dozgeriyê wê cenazeyê Aleyna Can Rakin Saziya Tipa Edlî.  
 
Piştî bûyerê di lêkolîna ku derbarê avahiyê de hat kirin derket holê ku ruhsta aparta cenaze lê ahtiye dîtin tune ye û ji aliyê şaredariyê ve jî çend caran hatiye mohrkirin.
 
Polîsan ji bo kujerê piştî bûyerê reviya bigirin  li derdorê dest bi lêkolînê kir.