Şîlan Kobanê li Kobanê hat bîranîn

  • 10:57 1 Kanûn 2017
  • Rojane
KOBANÊ - Bi boneya salvegera berxwedêrên PYD'ê yên destpêkê û berxwedêrên meha mijdarê, Şîlan Kobanê li Kobanê hat bîranîn. 
 
Bi boneya salvegera berxwedêrên  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên destpêkê û berxwedêrên meha mijdarê, Şîlan Kobanê li Kobanê hat bîranîn. Şîlan Kobanê û her çar hevalên wê û berxwedêrên meha Mijdarê yên di berxwedana Kobanê de gihaştin şahadetê  bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan û PYD'ê bi civînekê hatin bîranîn. Civîn bi deqek rêzgirtin dest pê kir. 
 
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen li ser bîranîna Şîlan Kobanê wiha axivî û got:" Partiya Yekitiya Demokratîk  di destpêkê de bi hevalên me yên şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê dest pê kir. Ji bo ku şehîd Şîlan û hevalên wê li Rojava partiyekê ava bikin gelek astengî kişandin. Ji bo ku partiyek Kurda li Rojavayê Kurdistanê neyê avakirin dijminê Kurdan her dem êrîşî van hevalên me kirin û herî dawî jî bi plansaziyek qirêj ew hevalên me şehîd xistin." 
 
Piştî axaftina Şahoz Hesen dayika  Şîlan Kobanê li ser bîranîna Şîlanê û hevalên wê axivî û wiha got: "Em salvegera şehîdên meha Mijdarê û şehîdên PYD'ê bi rêzdarî  bi bîr tînin û bejna xwe li ber berxwedana şehîdên xwe ditewînin. Şîlan ne bi tenê aydê malbata xwe bû. Şehîd Şîlan keça her welatparêzekê/î bû. Ji bo vî gelî  xwîna xwe rijand. Ne bi tenê Şîlanê, hemû hevalên şehîd ji bo azadiya welat canê xwe feda kirin. Em hemû şopdarê rêya wan in."