Şîlan Kobanê li Kobanê hat bîranîn
- 10:57 1 Kanûn 2017
- Rojane
KOBANÊ - Bi boneya salvegera berxwedêrên PYD'ê yên destpêkê û berxwedêrên meha mijdarê, Şîlan Kobanê li Kobanê hat bîranîn.
Bi boneya salvegera berxwedêrên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên destpêkê û berxwedêrên meha mijdarê, Şîlan Kobanê li Kobanê hat bîranîn. Şîlan Kobanê û her çar hevalên wê û berxwedêrên meha Mijdarê yên di berxwedana Kobanê de gihaştin şahadetê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan û PYD'ê bi civînekê hatin bîranîn. Civîn bi deqek rêzgirtin dest pê kir.
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen li ser bîranîna Şîlan Kobanê wiha axivî û got:" Partiya Yekitiya Demokratîk di destpêkê de bi hevalên me yên şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê dest pê kir. Ji bo ku şehîd Şîlan û hevalên wê li Rojava partiyekê ava bikin gelek astengî kişandin. Ji bo ku partiyek Kurda li Rojavayê Kurdistanê neyê avakirin dijminê Kurdan her dem êrîşî van hevalên me kirin û herî dawî jî bi plansaziyek qirêj ew hevalên me şehîd xistin."
Piştî axaftina Şahoz Hesen dayika Şîlan Kobanê li ser bîranîna Şîlanê û hevalên wê axivî û wiha got: "Em salvegera şehîdên meha Mijdarê û şehîdên PYD'ê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber berxwedana şehîdên xwe ditewînin. Şîlan ne bi tenê aydê malbata xwe bû. Şehîd Şîlan keça her welatparêzekê/î bû. Ji bo vî gelî xwîna xwe rijand. Ne bi tenê Şîlanê, hemû hevalên şehîd ji bo azadiya welat canê xwe feda kirin. Em hemû şopdarê rêya wan in."








