Welatiyên Aşûrî cejna Barbarayê pîroz kirin
- 10:38 1 Kanûn 2017
- Rojane
TILTEMIR - Bi sedan welatiyên Aşûrî yên li Bajarê Tiltemirê Cejna Barbarayê (Rûguhertin) pîroz kirin.
Bi sedan Aşûriyên li Bajarê Tiltemirê û gundewarên wê Cejna Barbarayê pîroz kirin. Pîrozbahî di seat 19:00'an de li Salona Dêra Qidîs a Bajarê Tiltemirê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre strana Barbara hat gotin
Cejna Barbara çi ye?
Cejna Barbarayê her sal di dawiya meha mijdarê de û di destpêka Kanûnê de ji aliyê welatiyên Aşûrî ve tê lidarxistin. Di vê rojê de zarok, ciwan ,jin û xort pê kêfxweş dibin .Ev cejin ji ber jinek ciwan navê wê Barbara ye hatiye qebûlkirin. Ew jin beşdarî Ola Xiristiyaniyê bûye û ji bo ku xwe ji dijberan xelas bike, ruyê xwe daye guhertin û nehatiye naskirin. Ji ber vê yekê di vê rojê de zarok û ciwan rûyê xwe diguherin. Piştî Cejna Barbarayê rojiya biçûk dest pê dike.
Şahiya pîrozbahiya cejna Barbarayê bi girtina dîlanê bi dawî bû.








