Li Sûrê ev du sale heman deng bilind dibe…

  • 09:43 1 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Berxwedana Sûrê du sal berê îro dest pê kir û hîna berxwedan di hişê gel de ye. Di berxwedana 103 rojî de dengê bilind bû  niha di nav darbeyên kepçeyan de bilind dibe.
 
Du sal berê li Sûra Amedê  li taxên Alîpaşa û Lalebey kelecana rêveberiyên xweser di nav gel de belav bibû.  Pêvajoya koasê ya bi teqîna bombeya di mîtînga HDP’ê ya Amedê de dest pê kir, bi êrîşa li Pirsûsê ya li dijî ciwanan dijwartir bû.
 
Piştî koas û komkujiya li bajarê kurdan hat jiyîn şûnde  gel li taxa xwe derbasî parastina cewherî bû û biryara îlankirina rêveberiyên xweser da.  Bi dehan ciwan li dijî êrîşan li kolanên Sûrê nobet girtin. Gelê Sûrê ku jiyana xweser xwest ewil li taxên Lalebey û Alîpaşayê bi polîsan re hat rû hev.
 
Yê ewil jiyana xwe ji dest da: Murat Gunduz
 
Piştî li Lalebey û Alîpaşayê êrîşên dewletê zêde bûn gel derbasî parastina cewherî bû.  Berxwedana li taxa Hasirli, Saraykapi, Savaş, Fatîh, Hançepek, Cemal Yilmaz û Cevatpaşayê bi şev û roj berdewam kir.  Di 24’ê Tebaxa 2015’an de di çalakiya gel ya li dijî êrîşên polîsan daketin kolanan de Murat Gunduz yê 21 salî  jiyana xwe ji dest da.  Piştî Murat jiyana xwe ji dest da şûnde gel daket kolanan.
 
Dewletê cara yekem di 6’ê îlona 2015’an de qedexeya derketina derve li Sûrê îlan kir. Di qedexeya yekem de 8 polîs birîndar bibû û 2 polîs jî miribûn.   Li dijî gelê ku kolanên Sûrê diparastin di 13’ê îlonê de dîsa qedexeya derketina derve hat îlankirin.
 
Agirên berxwedanê
 
Li dijî vê qedexeyê gel şûnde gav navêt. Polîs vekişiyan.  Di qedexeya 10’ê cotmehê de  li taxa Fatîhpaşayê kesê bi navê Halîl Tuzulerk û jinek ducanî hat qetilkirin.  Di roja duyem a qedexeyê de Helîn Şen ya 12 salî  li taxa Hançepekê hat qetilkirin.  Di roja çaremîn de qedexe hat rakirin. Gel her şev li kolanan agir pê dixistin û nobet digirtin.
 
Tevî qedexe tinebû jî dorpêça polîsan dest pê kir
 
Li Sûrê qedexeya sêyemîn hatibû îlankirin û di vê qedexeyê de 5 zarok birîndar bibûn.  Gelek xanî û kargeriyan zirar dîtibû.  Di 6’ê Mijdara 2015’an de tevî qedexe tinebû polîs ketin taxan û li taxên Dabanoglu û Hasirliyê xistin bin dorpêçê û  kolan gulebaran kirin. Li ser vê bi sedan welatî hatin Sûrê û hem endamên YPS û hem jî gelê Sûrê nehişt polîs bikevin kolanan.  Yek ji kesên li dijî Polîsan berxwe dida Ferhat Dogr (Avesta) bû.  Ferhat hîna 21 salî bû. bi guleya polîsan birîndar bû û tevî hemû hewldanên şêniyan û jinan polîs nehişt ambulans bikeve taxê. Ferhat jiyana xwe ji dest da û di rapora otopsiyê de derket holê ku di encama guleya şehrî de jiyana xwe ji dest daye.
 
Dewlet bi êrîşên zayendperest ket Sûrê
 
Di qedexeya çaremîn de jî êrîşan dest pê kir. Hêzên dewletê 22 wenda da. Piştî roja sêyemîn ji bo sivîl zirarê nebînin  YPS’iyan pevçûn berdanin û  piştî çûn JOH û POH’ê bi ser malan de girt û di serde malan de jinek îstîsmara zayendî lê kirin û li dîwaran nivîsên zayendperest nivîsin.
 
Berxwedana 103 rojan
 
Sûra dîrokî bû şahida berxwedana 103 rojan. Roza, Zozan, Şînda, Rozerîn, Bêrîtan, Çiyager, Rêber, Alî, Sînan, Mahsûn û bi dehan kesên din li dijî mirinê berxwedan. Berxwedan di roja 70’emîn de bû hêzên dewletê îlan kir ku operasyon bi dawî bûye. Gelê Amedê ji bo Sûrê rabû ser piyan.
 
Çawa dest pê kir
 
Di 27’ê Mijdara 2015’an de hêzên dewletê li lingê Minareya Çarling xistibû. Di 28’ê Mijdarê de jî ji aliyê baroyê ve daxuyaniyek li ber hat dayîn. Di daxuyaniyê de Serokê Baroyê Tahîr Elçî hat qetilirin. Piştî vê walitiyê qedexe îlan kir.
 
 Mewziya yekem a jinan li Sûrê hat avakirin
 
Piştî pevçûna seranserê şevê walitiyê qedexera kir û di 2’ê Mijdara 2015’an de qedexeya derketina derve îlan kir. 9 rojan berdewam kir û di 10’ê Kanûnê de ji bo 17 saetan qedexe rakir û piştre qedexeya herî dirêj a cîhanê îlan kir. Dayikên aştiyê 10 rojan Sûr terk nekir.  Mewziya jinan hat avakirin.  Bûyerek din ya girîng ev bû ku YPS-YPS-JIN hat îlan kirin.
 
Piştî qedexeya 17 saetan Mizgîn Koçyîgît li Qada Deriyê Çiyê hat qetilkirin. Çevkar Çubuk yê 17 salî jî li aliyê segvan ve hat qetilkirin. 
 
Roza (Nucan Malatya)
 
Di seranserê meha Kanûnê de hewl hat dayîn ku bikevin navçeyê. Dewletê di bin navê operasyona ‘Bayrak-12 Operasyona Yekitiya Taybet a Muşterek a Sûrê’ de bi yekîneyên nû hewl da bikeve Sûrê.  Di 8’ê Çile de Rozerîn Çukur a 16 salî li ber Dibistana Suleyman Nazîf hat qetilkirin.  Di roja 54’emîn berxwedanê de li dijî YPS’iyan bi tank, bombeavêjan êrîş, helîkopter, hewanan, balafirên keşfê êrîş dan destpêkirin. Di vê pêvajoyê de di çapemeniyê de nûçeyên ‘Segvana li Sûrê Roza mir’ derketin. Di 20’ê Çile de li dijî sernavên hatin avêtin, vîdeoya Rozayê ku li Sûrê stran digot ket ser çapemeniyê. Rozaya ku hat gotin miriye bi navê rast Sonay Ergîn  (Nucan Malatya) strana ‘Al Kanasida bre Hasan Surlan înlesîn’ digot.
 
Berxwedana bi heybet a 4 mehan
 
Di encama berxwedana 4 mehan de Cîhan Turkan (Çiyager) ku berpirsê komê bû û Mahsun Gurkan, Sînan Duman û Dîlber Bozkurtê berxwedan berdewam kirin. Koma ji 7 kesî pêk dihat çîroka birça 7 birayan bibîr dixist.  7 YPS’iyan heta dema dawî teslimiyet qebûl nekirin û têkoşiyan.
 
Piştî berxwedanê hilweşîn
 
Ji aliyê wezareta karê hundir ve di 9’ê Adara 2016’an de daxuyaniya ‘operasyon qedyan’ hat dayîn.  Piştî vê hikûmetê li Sûrê biryara cemawerîkirina lezgîn da û di 25’ê Adarê de di rojnameya fermî de hat weşandin.  Li 5 taxan biryara cemawerîkirinê hat dayîn. Lê UNESCO jî li dijî vê bêdeng ma. 
 
Piştî pevçûnan li taxên qedexe nehatibû îlankirin vê carê kalekol hatin avakirin. Gelê Sûrê diyar kir ku rastî tacîz, derbkirin û heqeretan tên û got her tim bi mobeseyan tên şopandin. Di 11’ê îlona 2016’an de jî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin.  Hilweşîna li Sûrê hatiye destpêkirin hîna didome.